Ji bo 12 kîlo guz 50 TL: Em carna birçî jî radizên

  • 09:02 27 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
EDENE - Jinên ku herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin, di karên ku dixebitin de hin caran nikarin nanekî jî bibin malên xwe. Fatma Kalecek a ku ji bo beniya guzan bi ta vedike û hewl dide debara xwe bike pirsgirêkên xwe anîn ziman û got, "Em carna birçî jî radizên" 
 
Li taxa Şakîrpaşa a navçeya Seyhana Edenê ku bi piranî kurd lê dimînin, jin ji bo debara xwe bikin di karên cur bi cur de bi kedeke erzan dixebitin. Jinên ku ji ber krîza aborî bi karê ku dikin nikarin êvarê nanekî jî bibin malên xwe, bi heqdesteke erzan kedkariya demsalî dikin.
 
Jinên ku bi stewandina tirkyê şîrê yê li herêmê re ji bo çêkirina beniyan dest bi pêvekirina guzên ku ji  fabrîkeyan digirin kirine, ji bo 12 kîlo qinê ku bi ta vedikirin 50 TL heqdest digirin. Jinan diyar kir ku pêvekirina qinên guzan a ta ne karekî hêzan e û gotin ku em heqê keda xwe nagirin.
 
'Em carna nikarin nanekî jî bikirin'
 
Ji van jinên ku qinê guzan bi tave dikin yek jê jî Fatma Kalecek e. Fatma dibêje ku ew heqê keda xwe nikarin bistîn, hevjînê wê naxebite û mecbûre ku vî karî bike. Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em bi saetan li ber fabrîkê dimînin ku guzna bigirin. Em bi kîsan guzan digirin û bi erebokên destan dibin malên xwe. Em serê kîs 50 lîre digirin .Em kîsekî carna di rojekê d û carna jî di heftiyekê de diqedînin.  Ji ber ku hem karekî zamet e û hem jî em bi karê malê mijûl in.  Hatiniya me ya mehane di navbera 300 û 400 TL de diguhere. Em bi vî pereyî nikarin fatureyên mala xwe jî bidin. Gelek caran em nikarin biçin çarşiyê an jî bazarê. Carna bêyî ku em bikaribin ji xwe re nanekî bistînin em birçî jî radizên. 
 
'Em li hev parve dikin'
 
Fatma dibêje ku dema guz kêm derkevin an jî bên dizîn pereyê wan jî ji wan dikujin û berdewam dike, "Carna ev karê ku em dikin ji karê wêdetir zerarê li me dike .Karekî zahmet e. Mirov gelek diweste. Keda jinan tê çewisandin. Em dixwazin heqdestekî ku em heq dikin bigirin.  Em bi vî karî debara malê dikin."
 
Fatma got ku ew bi jinan re karê xwe li hev parve dikin  û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em bi hevkarî karê xwe dikin.  Ji ber ku em tên gel hev carna em vê wekî hevdîtina jinan û îmkana ku em bi hev re sohebtê bikin jî dibînin. Jin barê kar parve dikin .Li her derê keda jinan tê çewisandin .Em bi vê çewisandinê re bi piştevaniyê derdixin serî."