Kolektîfa Jinan a Nefel li benda piştgiriyê ye

  • 09:02 22 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
AMED -  Koordînatora Kolektîfa Jinan a Nefel, Arzû Sunar destnîşan kir ku çiqas piştgirî ji jinan re were dayîn ewqas hêviya jinan xwe mezintir dike û wiha got: “Em her roja ku derbas dibe mezintir dibin. Gelek xebat û proje li pêşiya me de hene. Lê em her çiqas mezin bibin ewqas jî pêdiviya me bi piştgiriyê heye.”
 
Kolektîfa Jinan a Nefel di meha Sibata 2020'î de bi qursên wek hobi hatibû destpêkirin. Lê piştî pêvajoya pandemiyê qursên xwe dan sekinandin. Di meha Hezîrana 2020’î de ligel “Komeleya Berî Her Tiştî Zarok” starta xebatên xwe bi xebata bi navê “Nefel Amîguramî” dabûn destpêkirin. Kolektîfa Jinan a Nefel ku bi 8 jinan re dest pê kir niha bi 62 jinan re xebatên xwe li cihê xwe yê nû de dimeşînin. Koordînatora Kolektîfa Jinan a Nefelê Arzû Sunar derbarê xebatên xwe de axivî.
 
‘Em her ku diçe mezin dibin’
 
Arzû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cihê xwe yê nû. Arzû diyar kir ku ew roj bi roj mezintir dibin û got: “Wekî hûn jî dizanin di destpêkê de me xebatên xwe li Komeleya Bêrî Her Tiştî Zarokan çêdikir.  Me bi 8 jinan li wir bi dildarî dest pê kir. Lê em niha 62 heb jin in. Lê ji bo ku dikanek me tune bû me nedikarî firotina pêlîstokan bikira. Me tenê li ser medyaya dîjîtal firotinê dikir. Em roj bi roj mezin dibin. Ji bo ku em her ku diçe xwe mezintir dikin me jî dikanek xweser ji bo xebat û projeyên xwe vekir. Di vê dikanê de me xwest karên çêkirina pêlîstokên xwe berfirehtir bikin.”
 
‘Di dikanê de perwerdehiya çêkirina pêlîstokan tê dayîn’
 
Arzu diyar kir ku di dikanê de ji jinan re perwerdehiya çêkirina pêlîstokan tê dayîn û axaftina xwe re wiha domand: “Di dikanê de tenê firotin tune ye. Di heman demê de em perwerdehiya wê jî didin. Gelek jin beşdarî me dibin û fêrî çêkirina pêlîstokên amîguramî dibin. Hemû alavên ku ji bo çêkirina pêlîstokan hewce bin em li dikanê peyda dikin. Alavên pêlîstokên bi xwezayî ye. Loma pêlîstokên ku em çêdikin hem ji bo tenduristiya zarokan hem jî ji bo pêşketina wan rolek girîng dilîze. Jixwe armanca me ya sereke jî ew e ku em zarokan ji pêlîstokên naylon dûr bixin û wan bi  pêlîstokên xwezayî re bidin naskirin.”
 
‘Heke jin bixwaze rêya wê vekirî ye’
 
Arzû destnîşan kir ku çiqas piştgirî ji jinan re were dayîn ewqas hêviya jinan mezin dibe û wiha pê de çû: “Heke jin bixwaze her tiştî dikare bike. Me bi 8 jinan re dest pê kirin û niha em gihiştin jimarek mezin. Rastî ez li bendê nebûm ku em ewqas mezin bibin. Lê baweriya min gelek bi jinan re heye. Jixwe min bi çavê xwe dît ku jin bixwaze rêya wan vekirî ye. Helbet kevir jî li ser rêya wan derdikeve lê ew daxwaza jinan wê serkeftinê bîne.”
 
‘Li pêşiya me xebatek ji bo 25’ê Mijdarê heye’
 
Arzû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebat û projeyên xwe û wiha got: “Me bi teknîka stop-montionê 11 heb animasyon û fîlmên karton çêkiribû. Niha jî li pêşiya me xebatek me ya ji bo 25’ê Mijdarê Roja li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê heye.  Em ê di vê xebatê de çîroka 8 jinan a ku me bi wan re dest pê kiribû çêkin. Ew jinan dê pêlîstokan çêbikin û animasyona wan çîrokê dê çêkin.”
 
‘Em dixwazin bazarek me çêbibe’
 
Arzû got ew dixwazin bazarek wan a ji bo pêlîstokan çêbe û wiha bi lêv kir: “Em hem bazara li hundirê welêt hem jî bazarek ewropayê daxwaz dikin. Jixwe em ji Îngîlîstanê re dişînin. Lê armanc û hêviya me mezintir e. Em ê cihê xwe berfirehtir bikin û xwe zêdetir bigihînin jinan welatan. Bi vî awayî hem ji bo zarokan hem jî ji bo îstîhdamkirina jinan dê hêviya me pêk were.”
 
‘Em çiqas mezin dibin ewqas jî pêdiviya me bi piştgiriyê heye’
 
Arzu anî ziman ku di vekirina dikanê de jin gelek bi kelecan bûne lê di pêvajoya vekirinê de gelek zehmetî dîtine. Arzu, wiha axivî: “Di vî welatî de gava meriv jin be jixwe zehmetiyê dibîne û heke bi keda destan çêbike jî zêdetir zehmetiyê dibîne. Ji ber ku beranberiya keda deste jinê nayê dayîn. Jin di 3 rojan de ew pêlîstokan di mala xwe de çêdikin lê mixabin keda deste wê paşde tê hiştin.  Pêlîstokên me ne yên fabrikasyon in. Pêlîstokên fabrikasyon ji bo zarokan gelek ne baş e. Ji ber vê yekê me xwest zarok bi wan pêlîstokên naylon û fabrikasyon ku ji wan re ne baş in nelizîn ew kolektîfê ava kir. Her wiha ji bo ku jin di hundirê mala xwe de bikaribin debara xwe bikin û ji aliyê aboriyê de bi hêz bibin. Em roj bi roj mezin dibin û ji aliyê jinan gelek balê dikşîne. Lê divê em bi hev re mezin bibin. Em her çiqas mezin dibin ewqas jî pêdiviya me bi piştgiriyê heye.”