1'ê Gulanê ji hêla sendîkayan ve hat pêşwazîkirin

  • 14:17 1 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL - DîSK, KESK, TMMOB, TTB û bi minasebeta 1'ê Gulanê li ber Abîdeya Taksîmê kom bûn. Li vir kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn û êrişên ku îro pêk hatî şermezar kirin. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Pêkhateyên 1'ê Gulanê li ber Abîdeya Taksîmê, bi minasebeda 1'ê Gulanê daxuyanî dan û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, parlamenterên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Stenbalê Bariş Atay, Ahmet Şik û gelek nûnerên sendîkayan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Girse li ber Balyozxaneya Elmanyayê kom bûn û heta ber Abîdeya Taksîmê bi dirûşmeyan meşiyan. Dema girse gihaşt ber abîdeyê bi yek dengî sirûda '1'ê Gulanê' xwendin. Li vir Arzû Çerkezoglu axivî. 
 
Arzû, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 1'ê Gulanê û got: "Karker û kedkarên ku 365 rojan dixebitin û tenê salê carekî di vê rojê de daxwazên xwe tînin ziman. Ji her çar aliyên cîhanê îro em bi xwîşk û birayên xwe re tên cem hev. Îro carek din em di bin siya qedexeyan de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Îro tehemûlê karker û kedkaran nekirin û dora wan dorpêç kirin. Ev dorpêçên heyî rastiya Tirkiyeyê carek din nîşanî me da. Dopêç bûye sembola tercîhên îktîdarê. Barîkatên ku hatin avakirin qala karkerên ku ji ber Kod 29 hatine derxistin e, qala malbatên ku hewceyê 50 lîrayê hatine kirin dike, qala ji sedî 50 bêkariya jinan û ji sedî 40 ciwanan dike, qala barê jinan dike."
 
Piştî Arzuyê Aysun Gezen axivî û bal kişand ser êrişên li hemberî çalakvanan û wiha axivî: "Îro çalakvan tenê bi pankartên xwe daketin qadan. Lê polîsan bi tund êrişê çalakvanan kir. Em wan êrişên ku pêk hatî şermezar dikin. Em daxwaza serbestberdana kesên ku hatine binçav kirin dikin. Pankartên wekî '128 milyar li ku ye' û 'Peymana Stenbolê ya me ye' hinceta pandemiyê nîşandan. Îro êrişên ku pêk hatî li dijqûnûnê ye. Lê em tu carî paşve gav navêjin."
 
Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Çîgdem Arslan, diyar kir ku ji ber pandemiyê gelek kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û wiha bi lêv kir: "Bi pandemiyê re ne tenê newekheviya çînî, newekheviya zayendî jî kûr dibe. Em alîgirê jiyaneke bi ewle ne. Divê her kes ji aşiyê feydeyê bigire. Li salonan kongreyên xwe pêk tînin lê karker û kedkaran jî mehkûmê zilmê dikin."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan a li ber abîdeyê dawî bû.