'Koro Mor' bi 4 zimanî sirûda 1'ê Gulanê got

  • 09:37 1 Gulan 2021
  • Ked/Aborî
STENBOL - Koma muzikê ya jinê ya 2'yemîn Şaxa Egitim Senê ya Stenbolê Marşa 1'ê Gulanê tevî kurdî bi çar zimanan got û klîp amade kir. 
 
Koma muzikê ya jinê ya 2'yemîn Şaxa Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) ya Stenbolê Marşa 1'ê Gulanê tevî kurdî bi çar zimanan got û klîp amade kir. 
 
Piştî xebatên çend hefteyan klip li ser qenala YouTube'yê hat weşandin. Di klibê de endamên Mor Koroyê bi alavên cuda sirûda yekê gulanê dibêjin. Her wiha di klibê de cih dan çalakiyên xwe yên di demên cuda de pêk anîne. 
 
Di klibê de endamên Koro Morê anîn ziman ku ew ji bo hêviya cîhaneke azad, wekhev, bê mêtingerî û bêcudatî Sirûda 1'ê Gulanê bi lêv dikin. 
 
Di klibê de Serenay Giray li piyanoyê, Necla Demirli li tenbûre, Zuhal Bişkin li gîtara klasîk, Zeynep Yildiz li bas gîtarê didin. Ayşe Genç Uluç û Necla Demirli vokal, Aizer Kavşut û Nurcan Kara Cengiz back vokal û li erbaneyê dide. Di koroyê de jî Buket Sul, Burcu Suvari, Ezgi Taş, Hatice Sivas û Hulya Akpinar cihên xwe digirin.