Qûrbaniyên 1’ê Gulanê li Taksîmê tên bibîranîn

  • 11:55 29 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Kesên ku di 1'ê Gulana 1977'an de jiyana xwe ji dest dabûn ji hêla, DÎSK, KESK, TTB û TMMOB ve li Evraza Kazanciyê hatin bibîranîn. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), li Taksîmê bi bernameya ku li dar dixin kesên di 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. 
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, rêveberên KESK, TMMOB, gelek rêveber û nûnerên partiyan, parlementer û bi sedan karker di bîranînê de cih digirin. Girse, li Geliyê Sûraselvîler hatin gel hev û bi berzkirina dirûşmên “Bijî Yek Gulan” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Wê roj were dewran vegere, kujer hesabê bidin gel” ber bi Evraza Kazanciyê ve meşiyan.