'Em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin'

  • 12:01 28 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkayên DEV TEKSTİL û TOMİS'ê di derbarê karkerên ku xwestin, daxuyanîya 1'ê Gulanê bidin û polîsan êrîşî wan kiribû de daxuyani dan û gotin: “Em ê xwedi derketina xwe ya ji bo yekîtiya çîna karkeran, roja têkoşîn û piştgiriya 1'ê Gulanê ya bi rûmet bidominin. Em ê li têkoşîna xwe ya maftar û bi rûmet xwedî derkevin."
 
Li Stenbolê karkerên Sinbo û SML Etiket duh, li ber deriyê fabrîkeya SML Etiket a li Avcilarê, xwestin ku di derbare qedexeya çalakiyên 1ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê de daxuyaniya çapameniyê bidin. Lê polisan êrîşî koma ku dixwest daxuyaniye bide kirin û di êrîşê de Nûçegihana me Sena Dolar û du nûçegihanên din jî di nav de 33 kes hatinbun binçavkirin. Sendîkaya Tekstîlê ya Karkerên Şoreşgêr a Nûnertiya Stenbolê (DEV TEKSTİL) û Sendikaya Karkerên Otomotîv û Metalê (TOMİS) derbarê 33 kesên ku di êrîşa polîsan hatibun binçavkirin de daxuyaniya nivîskî dan.  
 
‘Di bin navê tedbîrê de bangên ji bo 1ê Gulanê ten astengkirin’
 
Di daxuyaniyê de hat vegotin ku kedkar carek din rastî qedaxeyên kêfî hatine û “Devleta sermayedar di bin navê tedbîrê de bangên ji bo 1ê Gulanê tên kirin qedexe dikê.  Lê belê belavokên bi armanca bazirganîye ten belavkirin û faaliyetên din ên wekî wan ne qedexe nê. Dibêjin ‘Me girtina tevahî ragihand’ lê belê karker û kedkar bi xebata ku li wan tê ferzkirin dixebitin û bi mirinêre rû bi rû ten hiştin. Dewlet fatûreya şewba koronayê û qeyrana aborî li karker û kedkaran dibire.”
 
‘Hûn nikarin ne 1ê Gulanê ne jî têkoşîna me asteng bikin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hefteya borî berxwedana konê me ya li ber derîye fabrîkayên Sinbo û SML Etiket û li Bakirkoyê ji daxuyaniya ku me dixwest ji bo 1'ê Gulanê bidin xwestin asteng bikin û êrîşî me kirin. Fîşeka gazê avêtin hundirê wesayita ku kesên hatibûn binçavkirin tê de û îşkence li hevalên me kirin. Em carek din bang dikin û dibêjin ku hûn nikarin ne 1'ê Gulanê li me qedexe bikin ne jî têkoşîna me asteng bikin. Divê ji bilî beşên pewîst divê destûra bi pere   bidin hemû karkeran ku  girtina tevahî ya bi rastî pêk bê. Bîjî 1'ê Gulanê, bîjî têkoşîna me. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”