Ber bi 1'ê Gulanê ve: Jinên keda wan nayê dîtin

  • 09:02 27 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên li tekstîla cilan dixebitin têkildarî 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê diyar kirin ku keda jinê nayê dîtin û wiha gotin: "Jin li mal û li kar dixebitin. Ew qehremanên ku keda wan ji nedîtî ve tê ne. Ji ber wê sedemê jî berî her tiştî roja jinan pîroz be. Heta keda me bê dîtin em têbikoşin."
 
Jin kedkarên ku herî zêde keda wan ji nedîtî ve tên e û yên ku li kargehan herî zêde rastî tundî, mobîng û îstimarê tên e. Bi taybet jî di kargehên mezin de ev pêk tê û kedkar ji ber qeyrana aborî û zehmetiyên di aliyê aborî de dijî mecbûr dimînin ku ji van şert û mercan re serî bitewînin. Em bi wesîleya 1’ê Gulanê  Roja Karkeran a Cîhanê bi kedkarên tekstîlê re axivî û wan jî pirsên me bersivand.
 
'Keda jinê nayê dîtin'
 
Evîn Ugur a 31 salî ya ku dayika 3 zarokan e jî ji ber debara xwe bike li tekstîlê weke xebatkarekê dixebite. Hevjînê Evînê jî ji ber qeyrana aborî ji karê ku lê dixebitî tê avêtin û rewşa wan jî her ku diçe ne baş dibe. Evîna hem li malê hem jî li tekstîlê dixebite wiha got: "Em weke jin weke zayenda kêm û wendakirî dest bi jiyanê dikin. Ango heta em mezin dibin jî ev wendabûnan zêdetir dibin. Ji aliyê malbat, civak, mêr û aborî de jî neheqî li me tê kirin. Ez xwe bibêjim, malbatê nehişt em bixwînin ji ber ku em jin bûn. Me dan zewicandin û vê carê jî ji ber ku em jin in em rastî bindestiyê tên. Ez di mal de her karî dikim, lê nayê dîtin. Niha jî min dest bi karê tekstîlê kiriye."
 
'Em zayenda bi hêz in'
 
Evînê da zanîn ji bo jin azad bin divê azadiya wan a aborî hebe û wiha li ser zêde dike: "Em jin bi her hawî kedek mezin didin heta ku em dijîn. Lê tim xuya nake. Ji ber wê yekê min dixwest ez jî bi keda destê xwe nanê xwe bixwim. Ji ber wê sedemê jî herî zêde ev roja kedkaran li jinan pîroz dikim. Em ê jin mafê xwe jî û beramberê keda xwe jî bi berxwedana xwe re bistînin. Em dikarin di her qadê de cih bigirin. Em jin zayenda kêm tên dîtin e lê em zayenda herî bi hêz in."
 
'Kedkar eynika edalatê ne'
 
Besna Gomuş jî ji bo debara xwe bike 15 sal in karê tekstîlê dike û niha jî weke hostayê tekstîlê dixebite. Hevjînê wê û kurekî wê jî di vî karî de dixebite. Besnaya di destpêka axaftina xwe de roja hemû kedkaran pîroz dike wiha dest bi axaftinê dike: "Kedkar eynika edaletê ya li welatekî ne. Ger xebatkar beramberê mafê xwe girtin ew welat welatekî aram û bi edalet e. Lê em tên bişaftin bi taybet jî weke jin. Keda em didin û diravê em digirin ne wek hev e. Li aliyekî jî nêzîkatiyên ku em rastî tê jî cureyek yê mobîngê ye. Ez weke hoste dixebitim û ciwanan jî fêrî kar dikim, berdin ku em li cihê kar mafê xwe bigirin ên di malê de jî bê mafiyê dikin. Karên ku jin dikin karên hêsan dibînin."
 
'Ev berxwedan divê timî geş bibe'
 
Besnayê da zanîn jin çiqasî bikaribin li ser lingê xwe rawestin  ewqas xweşik dibin û wiha gotina xwe bi dawî tîne: "Jin timî bi berxwedana didin re bedew dibin. Ev berxwedan divê timî geş bibe. Ez jî weke jinekê kêfxweş im ku ne mihtacê mêr im. Ez bawer im ku jin her tim dikarin bi ser bikevin û ew ê bê guman ev pêk bê. Roja kedkaran car din pîroz be."
 
'Em beramberê karê xwe nagirin'
 
Naîme Oner jî li tekstîlê xwarina xebatkaran amade dike. Naîme jî têkildarî karê ku dikin de axivî wiha got:"Ez ji bo 20 mirovan xwarinê amade dikim. Di demjimêrên şefeqa zû de em radibin û ber êvarê jî em kar diqedînin. 3 zarokên min jî hene. Ez li mal li wan dinêrim, ji derve dixebitim û li mal cardin dixebitim. Heta roja min diqede wisa ye. Lê hûn bêjin em beramberê karê xwe nagirin. Li aliyê din me biçûk jî dixin. Lê em weke jin li her qadê belav bûne. Ev di encama bedelên mezin a têkoşîna jinê de pêk hat. Lewra divê em îro xwedî li mîrasa wan derbikevin. Divê em mafê xwe, keda xwe  biparêzin. Em jin jêhatî ne. Ez jî di serî de vê rojê li hemû kedkarên jin û yên din hemûyan pîroz dikim."