‘Bila neyên kartol û pîvazan nedin me’

  • 09:04 24 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
STENBOL - Li Tarlabaşi rojeva sereke ya jinan xizanî û betaliye. Li taxa ku piranî malbatên kurd ên koçber dijîn, amadekariya wan ya ji bo fitarê jî dirêj berdewam nake. Ji ber ku çi bibînin wê dipijirînin. Jinan bertek nîşanê belavkirina kartol û pîvazan ku hikûmet ji bo pêşî li xizaniyê bigire belav dike dan û gotin li hember wan dewlet tune.
 
Bi pandemiyê re xizanî û betalî her çû girantir bû. Bi taybet li taxên xizan yên Stenbolê rewş gelek bi êşe. Li bajarê ku li gorî daneyên fermî 16 mîlyon kes lê dijîn, bi taybet li hinek taxan xizanî pir zêde giran tê hîskirin. Yek ji van taxan jî Tarlabaşi ya girêdayê Beyoglu ye. Li taxê piranî penaber dijîn. Kurd û Roman vê taxê tercîh dikin. Bi hatina meha remezanê re welatî hîn bêtir zehmetiyan dikşînin û diyar dikin ku nikarin kirêya xwe jî bidin. Berteka hevpar a jinên taxê xizanî û polîtîkayên hikûmetê ne. 
 
‘Bila neyên kartol û pîvazan nedin me’
 
Nafiye Akkoyun da zanîn ku debar zehmet bûye û got sê zarokên wê hene û nikare lêçûna dibistana zarokên xwe bîne cih û wiha pê de çû: “Gelo wê ev heta ku derê bimeşe. Bila neyên kartol, pîvaz û meqerneyan nedin me. Em nikarin kirêyên xwe bidin. Fatureyên din jî li aliyekî din. Hevjînê min xwarinpêj bû. Dikana wî hat girtin û betal ma. Niha li malê ye. Em bi awayekî jiyanê didomînin. Xwarina me ya fitarê jî ya kartole yan jî meqerneye. Zarokên me goşt dixwazin em nikarin bigirin. Li malê çi hebe em wê çêdikin. Di pandemiyê de her tişt xerabtir bû. Em dibêjin dewlet lê dewlet li hember me tune.”
 
‘Em 30 sal berê xizan bûn hîna jî xizanin’
 
Jina bi navê Kezban Salman jî diyar kir ku 30 sal berê ji Mêrdînê koçî Stenbolê kirine û ji wê rojê de ye li heman taxê dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em xizan hatin û hîna jî xizanin. Rewşa me ne başe. Ji ber pandemiyê her kes ji karê xwe bû. Mehaneya me hezar û 500 TL ye. Em bi vî pereyî çi bikin. em li zarokan binêrin em kirê bidin. Dewlet tu awayî nabe destek. Em nikarin fatureyan bidin. Ez duh çûm bazarê bi du poşetan hatim. Dema hebe em dixwin tunebe em naxwin. Em ji dewletê piştgiriyê dipên. Cejn nêz dibe û kurê min dibêje dayê tu ji min re cilan digirî. Ez ê çawa bikirim.”
 
‘Min ji vê taxê wekê din cih nedît’
 
Hatun Yuncu jî destnîşan kir ku ji ber betaliyê gelek welatî mahkumê birçîbûnê bûne û got pandemiyê bandorek neyînî li ser wan kiriye. Hatunê di berdewamiyê de ev tişt anî zman: “Berê rewşa me nebaş bû niha qet nebaşe. Em nikarin pêlavekî bigirin. Ev saleke vîrûs heye û tu tedbîr nehatiye girtin, welatî nayên fikirîn. Di fitarê de çi hebe em wê dixwin. Berê em diçûn bazarê qe nebû me şînahî, balcan, firîngî û îsot digirt. Niha em nikarin wê jî bigirin. Em du sê tiştan bigirin 200 TL digire. Carna qet naçim bazarê. Ez her tim li malê me. 30 sal in li Stenbolê me rojekê ji bo gerê neçûme cihekî. Tenê diçim nexweşxane. Ji bo fatureya ceyranê zêde neyê di tariyê de rûdinin. Em li kolanê textekî tiştekî bibînin tînin wê dişewitînin. Kes derdê kesî nizane. Em berê li gund xizanbûn lê her tiştê me ji malê bû. Niha ew jî tune.”
 
‘Em nikarin tiştekî bigirin’
 
Ferah Acar jî bertek nîşan da û got di kirê de ne, rewşa wan nebaşe û wiha dawî lê anî: “Vîrûsê bandorek neyînî li ser me kir. Em nikarin fatureyên xwe bidin. Hevjînê min berê di kahweyê de dixebitî niha betale. Sê zarokên min hene. Em 5 kes in. Em nikarin tiştekî bigirin. Em bi zarokan re biçin marketê tiştan dixwazin û em nikarin bigirin.”