'Em edaleta rast dixwazin'

  • 09:05 21 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - 4 karkerên jin ên di fabrîka Tekstîl a SF Trade dixebitîn li dijî zextên pê re dihatin rû hev bûn endamên sendîkayê. Piştî vê her çar karker ji kar hatin avêtin. Ji karkeran Sevcan Gulboy doza bi daxwaza radestkirina kar vekir û doz didome. Sevcanê da zanîn ku ji bo şert û merc bên başkirin bûne endamên sendîkayê û got ew ne edaleta patron, ew edaleta rast dixwazin.
 
Li Îzmîrê 4 jinên ku fabrîkaya Tekstîlê ya SF Trade ya li Herêma Sebest a Gazîemîrê, dixebitîn li dijî heqeret û zextan bûbûn endamên sendîkayê û piştre ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ku endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîl û Çerm (Derîteks), di şertên pandemiyê de berxwedana xwe didomînin. Sevcan Gulboy a di 10’ê Çileyê 2020’an de ji kar hat avêtin pêvajoya ku jiyaye vegot.
 
Tehdîda 'em ê ji kar derxin'
 
Sevcanê diyar kir ku du sale endama sendîkayê ye lê salek û nîv e jî ji ber vê bi pêvajoya darazê mijûl dibe û got: “Performansa min baş bû. Loma min digot min ji kar dernaxin. Dema fêr bûn ku ez endama sendîkayê me, hincet nedîtin û ji ber ez ji cihê xwe rabûbûm û 30 saniyeyî çûbûm cem hevala xwe kirin hincet û ez ji kar derxistim. Bê tazmînat ez hatim derxistin. Patronan tehdîda ‘yên xwe rêxistin dikin em ji kar derdixin’ kirin. Ez û sê hevalên xwe bi hinceta sendîkayî ne ji kar hatin derxistin.”
 
'Ji bo em di şertên mirovane de bixebitin bûn endam'
 
Sevcanê destnîşan kir ku li kargeriyê her tim rastî heqeretan hatine û neçarî mesayiya zêde hatine kirin û wiha pê de çû: “Zextên weke ‘tu kî ye ji bo mesayiyê namînî’ tên kirin. Her tim heqeret û zext hebûn. Êdî em bêzar bûbûn. Me ked dida lê ji ber em bi şêwaza deqeyê dixebitîn zext dihatin kirin. Hewl didan me zêdetir bixebitînin. Ji ber mûçe didan me em ne neçar bûn ku di bin zextên wan de bimînin. Ji bo em pêşî li vê bigirin, em mafên xwe bigirin em bûn endamên sendîkayê. Lê mixabin patron naxwazin kesên wisa bidin xebitandin û dawî li karê wan tînin.”
 
'Ji ber otorîteya wan diheje qebûl nakin'
 
Sevcanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku sendîkabûn ji bo karkeran tê wateya azadbûnê û patron jî vê bi tu awayî qebûl nakin û ev tişt anî ziman: "Ji ber otoriyeta wan diheje qebûl nakin. Patron dibêjin ‘tiştên em nakin wê sendîka bikin? Em vir didin xebitandin. Li vir gotina me derbasdar e’. Patron bi pereyên xwe bawer in. Yanî dibêje ez wî pereyî didim, lêçûna wê didim lê sendîkayê naynim vir. Li me hemûyan dozên tezmînatê vekirin. Bi vî awayî hewl didin me hemûyan biçewisînin.”
 
‘Dixwazin tirsê biafirînin’
 
Sevcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Patron bi ‘windakirina kar’ mirovan ditirsînin. Ev jî zirarê dide piştevaniya karkeran. Hevalên bihîstin ku em ji kar hatine avêtin, tirsiyan. Axaftina bi me re birîn. Hevalên silav didan, silava xwe birîn. Ji ber ku patron bidîta, ew jî ji karê xwe dibûn. Pêvajoyek zehmet e lê em ê hemû bi hev re van rojan derbas bikin. Ji ber pandemiyê me berxwedana xwe li derve nikaribû bimeşanda. Lê heta em mafê xwe bigirin em ê têbikoşin. Beriya pandemiyê em li herêma Serbest bûn. Piştgirî hebû. Me dengê xwe dida bihîstin. Lê niha ji ber pandemiyê teşeyê berxwedana me guherî."
 
'Wê edalet ligel karkeran be'
 
Sevcanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna hiqûqî ya ku salek û nîv e didome û wiha dawî lê anî: "Qezenckirina dozê ne tenê ji bo me wê ji bo hemû karkeran bibe hêz. Doza me di asta guhdarkirina şahidan de ye. Em dixwazin bawer bikin ku edalet ligel karkeran be. Ev doz bê qezenckirin wê ji bo hemûyan bibe hêviyek. Em ne edaleta patron, em edaleta rast dixwazin."