'Kar zahmet e û heqdest gelek erzan e'

  • 09:04 13 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin
 
SÊRT - Jinên li taxa Sîweqa ya Sêrtê ji bo ku debara xwe bikin ji fabrîkeyê guzan tînin, dişkînin û bi pereyekî kêm careke din li fabreyê vedigirînin. Jinên ku torbeyeke guz bi 9 TL dişkînin diyar kirin ku kar zamet e lê heqdest erzan e. 
 
Li Tirkiyê ku qeyrana aborî derket lutkeyê û pandemî jî bi ser de hat gelek kes ji kar hatin avêtin û hin kes jî nikarin bixebitin. Ji vê qeyrana heyî kesên ku herî zêde bi bandor bûn jî jin in. Jinên ku kar nabîn û di mal de dimînin bi kedeke erzan ji sibehê heta êvarê bi karê ku ji kargehan digirin û tînin malê hewl didin debara xwe bikin. Jinên  Li taxa Sîweqa ya Sêrtê jî ji wan jinên ku li malê dixebitin. Ev jin torbeyê guzan ji fabrîkayê digirin û piştî ku dişkînin careke din li fabrîkayê vedigerînin.  Jinên li ber deriyê mala xwe rûdinên heta êvarê torbeyeke guz bi 9 TL dişkînin. Jinan anîn ziman ku ew bi kedeke erzan dixebitin lê neçarin ku debara xwe bikin.
 
 Maşallah Ozalp(50), anî ziman ku ew li gundê Zivingê yê girêdayê Dihê mezin bûye û dema ku li gund bûne bi sewalkariyê debara xwe kirin. Maşalah got ku  Di salên 90'î de ji ber gundê wan hatiye wêrankirin tevî malbata xwe berê xwe dane Sêrtê û got: "Em piştî ku hatin vê derê li gel gelek zametî me jiyanek nû ava kir. Em dema li gund bûn ji me re digotin an hûnê bibin cerdewan an jî hûnê ji gund derbikevin. Me li gund bi cotkarî û sewalkariyê debara xwe dikir. Lê piştî ku em hatin bajêr tu tiştekê me nema. Li bajêr karê ku me bikira tunebû. Min jî dest bi karê şikandina gûz û fistiqan kir. Ji ber ku zarokên min jî hemû biçûk bûn ez neçar bûm ku bixebitim. Ji bo debara mala xwe bikaribim bikim min dest bi vî karê kir. Ev 24 salin em hatine Sêrt. Ji bo ku em debara  xwe bikin kar tuneye em bixebitin û em nikarin debara xwe bikin. Zarokên min ji ber ku kar tune ye hemû niha betal in. Ji ber vê ez ji bo ku hinek jî be di warê aboriyê de ji malbata xwe re bibim alîkar ez guzan ji fabrîkayê tînim û dişkînim."
 
'Em bi kedeke erzan dixebitin'
 
Maşallah, da zanîn ku ew 20 sal e karê şikandina gûzan dikin û wiha domand: "Em torbeyekê gûz bi 9 TL yan dişkînin. Her roj serê sibehê maşîne yek tijî torbeyên guzan ji fabrîkeyê tê taxê û em her yek ji xwe re torbeyek digirin û dişkînin. Li taxê hemû jinên li malê vî karî dikin û hemû tax bi vî karî hewl dide debara xwe bike. Gûzên ku em serê sibehê digirin heta êvarê em dişkînin û roja din serê sibehê tên qinê wan dibin û careke din guzan. Pereyê guzên ku em dişkînin jî ji duhmehan carê didin me. Me berê torbeyê gûzan 5 TL dişkand û niha jî buye 9 TL.  Hîn kes du mehan 50 torbe an jî yên ku di malbatê de çend kes bin100 torbeyan dişkînin. Hemû kes li gor hêza xwe dişkîne.  Em havîn û zivistanan tevde vî karî dikin û tu çavkaniyeke me din a debarê tune ye. Şikandina gûzan jî gelek zehmete. Em li hev kom dibin hinek ji me gûzan dişkînin. Hinek ji me jî wan ji kakil vediqetînin. Gûzên baş zû vediqetin, lê yên ne baş mirov bi neynûkên xwe bi zorê ji hev vediqetîne.  Em kakilê wan jî çile diavêjin sobê û li ber xwe germ dikin. Em bi erzanî dixebitin. Em ev qas zehmetî dibînin bi tenê serê torbeyek, 9 TL yan didin. Em di rojên tav û baranê de tim li taxê rûdinên û gûzan dişkînin. Ez û malbata xwe bi hev re rûdinên vî karê dikin. Carna jî cîran tên alîkariya min."
 
'Em û cîranên xwe alîkariya hevdû dikin'
 
 Ayşe Eksîk(64) jî destnîşan kir ku ew jî bajarokê Findikê yê navçeya Basaya Şirnexê ye, ji bo ku cerdevaniyê nekin warê xxwe terikandine û berê xwe dane Sêrtê. Ayşe wiha berdewam kir: "Dewletê dixwest em bibin cerdevan. Lê me  qebûl nekir û em hatin vir. Her roj gule berdidan gund. Mirov û sewal tev dikuştin. Ev 23 sal in em hatine li Sêrtê bi cih bûme. Piştî em hatin li vir jî vê carê çavkaniyeke ku em pê debara xwe bikin tune ye. Em li gel gelek zametiyan hêdî hêdî bi cih bûn. Ev 20 sal in ez karê şikandina gûzan dikim. Karê ku em dikin gelek zor û zehmet e. Em her roj li taxê li ber deriyê malên xwe rûdinên gûzan dişkînin. Li gel ku ev kar zehmete jî tenê serê torbe 9 TL din. Lê dema em gûza dişkînin pişta me diêşê, dest û tiliyên me hemû dibin birîn. Ev gûz ji Mêrsînê tên. Gûzên ku tên fabrîqê ew jî tînin taxê û em bi destên xwe dişkînin. Em neçarin vî karî bikin. Em ji bo debara mala xwe vî karî dikin lê bi vî pereyê kêm debar jî gelek zahmet e. Ji ber ku kar tune ye zarokên me nikarin bixebitin. Êm jinên li malê dimînin vî karî dikin. Ji du mehan carekê pere didin me. Ev qas kedeke giran ku em didin pereyê didin me gelek kêm e. Keda me tune tê dîtin.  Bila heqê keda me bidin."