Kampanyaya 'Ji Xizaniya Jinê re Na': Xizanî ne qeder e

  • 09:10 9 Nîsan 2021
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn der barê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ axivî û bal kişand ser têkiliya di navbera xizanî û şîdeta li ser jinê û got: “Jinên ji kar tên avêtin li destê mêran dinêrin. Jinên rastî şîdeta malê tên, hesab dikin ku biçin wê çi bijîn. Em dixwazin bi hev re nîqaş bikin ku xizanî û betalî ne qeder e.”
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 10’ê Sibatê de kampanyaya ‘ji bo jinan edalet’ dan destpêkirin û di rojên borî de beşa wê yê ‘ji xizaniya jinê re na’ dan destpêkirin. Di çarçoveya bernameya wê li herêma Egeyê bê destpêkirin de, endamên meclîsa jinê wê li fabrîka, atolye û gelek qadên din bi jinên kedkar re bên gel hev û pirsgirêkan nîqaş bikin.
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn, der barê kampanyayê de û xizaniya jinê de nirxandin kir.
 
‘Jin bi mirin û birçîbûnê re rû bi rû ne’
 
Semîhayê diyar kir ku pandemiyê bandor li ser her kesî kiriye lê herî zêde li ser jinan kiriye û got: “Di vê pêvajoyê de jin bi birçîbûn û mirinê re hatin rû hev. Ji ber polîtîkayên AKP’ê gelek jin di pandemiyê de ji kar hatin avêtin. Ligel xizaniya jinan di pandemiyê de şîdet jî zêde bû.”
 
‘Xebateke ji herêmê diçe navendê ji navendê diçe herêmê’
 
Semîhayê bi lêv kir ku fikra kampanyayê di xebata butçeya HDP’ê de hatiye nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya butçeyê de di çarçoveya butçeya jinê de xebatek hebû. Ji bo hevalên li her qadê dixebitin, banga veqetîna butçeyê hat kirin. Me xwest em li dijî xizaniya jinê bikevin hewldanê û bi jinan re bên gel hev. Her wiha me dît ku jin pirsgirêka edaletê dijîn. Jin ji îstîhdamê tên avêtin û xizanî lê tên ferzkirin. Di nîqaşên me kirin de, me got du pirsgirêkên esas hene û divê em bersiv bidin vê. Me di bin navê kampanyaya ‘ji bo jinan edalet’ biryara xebatê girt. Ji herêman ber bi navendan ve ji navendan ber bi herêman ve biryara xebatê hat girtin.”
 
‘Jina şîdetê dibîne hesab dike ku wê çi bijî’
 
Semîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xizaniya jinan li gorî mêran zêdetir e. Sedema vê jî rolên zayenda civakî ye. Faktora din jî nedîtina keda jinê ye. Em dizanin ku jin û mêr tevî ku wekhev dixebitin, heqdestê wekhev nagirin. Di pandemiyê de herî zêde jin ji kar hatin derxistin. Bi aşkera newekheviya zayendî hat kirin. Krîza bêguman bandor tenê li jinan nake. Bi giştî bandora wê heye lê mixabin di rewşên wisa de jin ji ber zayendê bi xizaniyê re tên rû hev. Mixabin jinên ku rastî şîdetê tên difikirin ku ji derî derkevin wê çi bê serê wan û çi bijîn. Li Tirkiyeyê ji sedî 60’ê jinan di sektora xizmetê de dixebite. Jin di qadên herî zêde tê binpêkirin de dixebitin. Ev jî newekhevî û xizaniyê zêde dike.”
 
‘Em ê bi jinan re têkoşînê bidomînin’
 
Semîhayê her wiha anî ziman ku wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dixwazin bi jinan re pirsgirêkan biaxivin û wiha berdewam kir: “Dilê xizaniyê li Stenbolê davêje. Navenda hilberînê ye jî. Em diçin cem jinan û hemû pirsgirêkan çareser dikin. Di encamê de em ê bi jinan re vê têkoşînê bimeşînin û divê jin di vê xebatê de rewşa xwe bibînin. Em dixwazin nîqaş bikin ku xizanî û betalî ne qeder e.”
 
‘Heta 1’ê Gulanê wê bidome’
 
Semîhayê di berdewamiyê de wiha got: "Di rojên pêş de der barê kampanyayê de li sê herêman bername wê bên amadekirin. Plansaziya vê hîna şênber nebûye. Xebat û hevdîtinên me yên bi sendîkayan re didomin. Hedefa me ev e kampanya heta 1’ê Gulanê bidome. Di dema xebatên butçeyê de, ‘Hevdîtinên Kar û Xwarinê’ ya Komîsyona Kedê ya HDP’ê dimeşand jî baş derbas bû. Kampan ku jin dimeşînin jî wê encamên erênî bi dest bixîne."
 
Semîhayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser gotinên ‘cihên ku qeyûm girtine wê ji nû ve bên vekirin’  û got: “ Tecrube û têkoşîna jinên kurd çawa ev derxistin holê em ê dîsa bikin. Em dikarin her taxê veguherin saziya jinan. Her wiha meclîsa jinan wê vê pêvajoyê di heman demê de bi dirûşma ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ jî bimeşîne. Di 10’ê Nîsanê de wê li Amedê meşek pêk bê. Piştre wê li Wanê pêk bê. Dîsa wê li Stenbolê çalakî pêk bên. Li herêman wê der barê Peymana Stenbolê, şîdetê û xizaniyê de xebatên me hebin. Der barê van de dikare komxebatek pêk bê. Ev wê di encama xebatan de derkeve pêş.”