Gaye Yilmaz: Krîzek giran jiyîn

  • 09:11 22 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Akademîsyen Gaye Yilmaz diyar ki ku bi pêvajoya pandemiyê re krîzeke ji hemû krîzan girantir tê jiyîn û got wê pêvajoyên hilberîna xwe dispêre robotîk û zekaya çêker lezgîntir bibin. Gayeyê bi lêv kir ku wê ji bo vê rewa bikin bêjin ‘wê kontrola vîrusê hêsantir be’.
 
Ji zanîngeha Kasser a Elmanyayê aborînas Dr. Gaye Yilmaz piştî vîrusa korona, rewşa aboriyê ya cîhanê û rêveberiya krîzê ya Tirkiyeyê nirxand.
 
‘Ji hemû krîzan girantire û gihişt asteke dijwartir’
 
Gayeyê destenîşan kir ku krîza niha tê jiyîn ji ya her demê girantire û gihiştiye astek dijwartir û got: “Çend sedemên vê hene. Ya yekem fîrmayên qels îflas kirine û yên xurt jî pêvajo, yan bi xesarên kêm derbas kirine an jî zêdetir xurt bûne, di pêvajoyên krîzê de dînamîkên hilberîn û aboriyê berdeawm kirine. Di pêvajo pandemiyê de belkî yekem car şîrketên kapîtalîst ji hêzên xwe serbixwe li gelek welatan hilberîna wan hat asta rawestînê. Ya duyemîn jî hevsengiya îktîsadî ne ji dînamîkên xwe ji biryarên hikumetan bi bandor bû. Ji ber vê jî hilweşîna ku pandemiyê rê li ber vekiriye, ne hêsane ku mirov bi krîzên din re bînin cem hev. Ya sêyemîn jî peyama veşarî ya ji bo civakan hatiye dayîn.”
 
Gayeyê bi lêv kir ku li gelek welatan dukan, mexaze, ofîs, kafe, AVM hatine girtin û tenê fabrîkayên xurek, derman û alavên tibî hildiberandin xebitîne.
 
‘Rawestîna hilberînê li her derê ne wek hev e’
 
Gayeyê destnîşan kir ku têkçûna aborî ya ji ber pandemiyê du bandorên giran li ser kedkaran kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rawestîna hilberînê bandora wê ya li ser kedê li her welatî ne wek heve. Li welatan ji bo karker û kedkarên neçar man li malên xwe bimînin ewlehiyek aboriyê pêk anîn û li welatên derdorê mixabin karker bi qedera xwe re hatin rû hev. Yanî em dikarin bêjin ku mahkumê birçîbûnê hatin kirin.”
 
‘Li Tirkiyeyê herî zêde karker û malbatên wan bi bandor bûn’
 
Gayeyê daxuyakirin ku bandora pandemiyê ya li ser kedê dikare di bin 5 sernavan de bê rêzkirin û ev tişt daxuyand: “Li welatên derdorê, karkerên li ofîs, kafe, restoran û her wekê din dixebitin, kesên di sektora turîzm û veguhestinê de dixebitin du mehin li malên xwe ne. Ev karker nizanin ku piştî pandemiyê wê vegerin karê xwe an na. Ji ber van nezelaliyan wê mexduriyetên giran bên jiyîn. Li Tirkiyeyê jî herî zêde çîna karkeran û malbatên wan ji vê pêvajoyê bi bandor bûn.”
 
Gayeyê di berdewamiyê de balkişand ser pêvajoya pandemiyê ya li welatên pêş dikevin û destnîşan kir ku li welatên pêş dikevin krîz veguheriye du krîzan û got: “ Ji ber aboriya wan: kêmbûna sermayê, qelslbûna butçeya dewletê, pêşveçûna wan zêdetir girêdayê îthalatê û her wiha hewcedariya wan ya bi dovîzê, bi awayekî bi êş tê hîskirin. Tirkiye jî krîza aborî, di şertên giran, sansur û globalbûnê de dijî. Tirkiye bi krîzeke ku dovîzê nabîne ku pê îthalatê bike re hatiye rû hev. Gelek fîrmayên navneteweyî ji niha de li ser gotinên ‘Karker nexweş dikevin lê robot naxweş nakevin’ disekin. Yanî bi gotineke din piştî pêvajoya pandemiyê wê pêvajoya hilberîna xwe dispêre zekaya çêker û robotîk lezgîntir bibe.”