‘ Ger ku em pez xwedî nekin em nikarin debara xwe bikin’

  • 09:01 22 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Herêma Colemêrgê ku cihê herî zêde ajalvanî lê tê kirine, bêrîvanên ku ji destpêka biharê de dest bi bêrîvaniyê dikin diyar kirin ku ew pez xwedî nekin nikarin debara xwe bikin. Bêrîvanan anî ziman ku ji ber buhabûna êm êdî xwedîkirina pez jî zahmet bûye û daxwaza piştevaniyê kirin.
 
Li gel germbûna hewayê welatiyên ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin, berê xwe dan  zozanan. Li  gundê Îde  yê Colemêrgê  Bêrîvan rojê du caran, serê sibehê û êvaran bi kîlometran dimeşin û diçin  pezê xwe didoşin û pişt re  vedigerin malên xwe.  Bêrîvanên ku seatên serê sibehê zû radibin û dest bi  kar dikin di  nava rojê de kedeke mezin didin. Bêrîvanên ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin diyar  kirin  ku ew di bin şertên herî  zor û zehmet de dixebitin û gotin ku ger pez nebe ew ê nikaribin debara xwe bikin û banga piştevaniyê kirin. 
 
'Em nikarin debara xwe bikin'
 
Ji bêrîvanan Hatîce Akbay anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe heta niha bêrîvaniyê dike û got ku ji ber  li  gundê wan rê û ceyran tune ne ew zehmetiyên mezin dikşînin. Hatîce wiha axaftina xwe berdewam kir:" Bi salane ez bêrîvaniyê dikim.  Gundê me pir xweşe, lê hatin û çûyina wî pir zehmete. Ne ceryan lê heye û ne jî rê. Tu derfetên me tune ne. Li gel ku em di vê dema her tişt hêsan bûye de dijîn jî  hîna pirsgirîka me ya rê û ceyranê heye. Heta niha ji hêla rayedaran ve tu alîkarî ji me re nehatiye kirin.  Lê em nêçarîn ku em bên gundê xwe bêrîvaniyê bikin. Her serê sibehê em radibin û heta êvaran em dixebitin. Ji pez dotinê heta ku ji pênir çêkirinê em berpirsiyar in û em qet nasekiinin. Xwedîkirina pez gelek zahmet e û kedê dixwaze.  Rewşa me ya aborî nebaş e û ger ku em pez xwedî nekin em nikarin debara xwe bikin.”
 
'Ji pez herî zêde jin perpirsiyar in’ 
 
Ji bêrîvanan Şukran Durgun jî bi lêv kir ku bêrîvanî karekî pir zehmete û anî ziman ku ew dixwazîn keda wan bê dîtin û ev tişt anî zimêan:" Îsal li Colemêrgê hewa pir dereng gerim bû. Ev jî bû sedema dereng derketina zozanan. Hîna li ser riyên gundê me berf heye. Ji ber berfê em di hatina gund de pir  zehmetiyê dikşînin û di riyên asê de em xwe digihîjin gund. Bi  salane em bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Ji xwedîkirina pez herî zêde jin berpirsiyar in. Em hem karên mal dikin û hem jî bêrîvaniyê dikin. Ev yek  jî bi rastî jî mirov pir diwestîne.  Piştî ku em pezê xwe didoşin em diçin ji wî şîrî mast û pênir çêdikin. Çêkirina mast û pênir jî ne ewqas hêsane. Carna bi  seatên, carna jî rojeke me pêve diçe. Ew mast û pênirê ku em çêdikin hem em dixwin û hem jî em difiroşîn û bi vî awayî devara xwe dikin."
 
'Xwedîkirina pez di warê aborî de me dixe zorê'
 
Behîce Dayan jî bal kişand ser zehmetiyên bêrîvaniyê û anî ziman ku ji ber polîtîkayên heyî xwedîkirina pez gelek buha bûye pez xwedîkirin pir zehmet bûye û got:"Ji berê û heta niha em vî karî dikin. Heta niha me tu piştgirî û alikarî ne ditiye. Peywira me bi salane bêrîvanî ye. Wekî bihabûna her tiştekî xwedîkirina pez jî buha bûye. Divê ji kesên ajalvaniyê dikin re piştgirî bê dayîn. Di civatekî de ger ku pez neye xwedîkirin li wê bereket jî nine. Ji ber wê divê ajalvanî  bê bihêzkirin. Ne riya gundê me heye û ne jî ceyran li gund heye. D riyên herî nebaş de em tên gundê xwe. Wê rojekê yek ji me ji van kendalan de bikeve û bimre. Em jî bi vî karî debara xwe dikin û ji neçarî divê em bikin."