Emîne Erdal: Pêşerojeke xweş û bi tendirust bi hilberînê pêkan e

  • 09:01 21 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Li gundê Biyadirê yê girêdahî navçeya Çelê  Emîne Erdal û sê keçên xwe li serayan bi çandina zebze û fêkî hem  debara xwe dikin û hem jî pêdiviya gundiyan a bi şitlan pêşwazî dikin. Emîneyê diyar kir ku pêşerojeke xweş û bi tendirust bi hilberînê pêkan e. 
 
Li bajarê Colemêrgê ji ber dirêjbûna demsala zivistanê û derenghatina biharê li gundê Biyadirê yê girêdayî navçeya  Çelê Emîne Erdal (55) 5 salin li gel sê keçikên xwe li serayan  çandina zebze û fêkî dike. Emîne û keçen xwe bi vî karî hem debara xwe dikin û hem jî pêdiviya gundiyan a bi şitlan pêşwazî dikin. Emineyê der barê mijarê de diyar kir ku zivistanê zebze û fêkî  zêdetir tê hilberandin û got ku ew armanc dikin di pêşerojê de li gund çandina cûreyên zebze zêde bikin.
 
'Sedemê nexweşiyan ji axê dûrketine'
 
Emîneyê bal kişand ser jiyana gund û anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta herî pêwîst li gundan hilbirîn e û wiha axivî:" Ez li gund hatime dinê û li vir mezin bûme. Sebra me, debara me her tiştekî me li gund e. Li gundan mirov dikare bi hilbirînê debara xwe bike. Ji ber wê jiyana gundan her tim xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Axa gundê me dewlemend û bi bereket e. Hûn kîjan  cureyê zebze an jî fêkî biçînil şîn dibe. Sedema vê jî ji ber ku em hertim li ser vê axê hilberînê dikin û em dizanin ku kîjan cureyê zebze an jî fêkî li ser vê axê dikare şîn bibe..  Niha nexweşî pir zêde bûne. Sedema van nexweşiyan jî dûrketina ji axê ye. Ji ber ku nexweşî herî zêde li bajaran derdikevin. Ji ber ku bajar hemû betonin û kes di hundiran de dimînin. Ev nexweşî jî ji ber bêtevgermayînê derdikevin holê. Ji ber vê yekê jî ji bo siberojên xweş û bi tendirust divê herkes  berê xwe bide gundan û dest bi hilbirînê bike."
 
'Em armanc dikin ku cureyên zebze û fêkiyan zêde bikin'
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa avakirina serayan kir û anî ziman ku ew armanc dikin di pêşerojê de çandina cûreyên zebze û fêkî zêde bikin û wiha berdewam kir:" Havîn li Colemêrgê pir zêde dereng tê. Li her deran zivistan 3 meh in. Lê  li cem me zivistan 6 meh in. Ji ber dirêjbûna zivistanê em qet demsala biharê nabînin. Li dijî dirêjbûna zivistanê  min xwest li gel keçên xwe alternatîfekê ava bikim û min  biryar  ku em li   em serayan zebze biçînin. Me di destpêkê de bi  serayekê dest pê kir û pişterî ku me dît baş derbas dibere, me du serayên din jî li seraya xwe zêde kirin. Li her serayekê me sê cureyên  zebze çandin. Bi rastî jî me jê sûd girt. Ji firîngiyan bigirin, heta bi çîlekan me her zebzeyek û fêkiyek çand. Tiştekî balkêşe lê di demsala zivistanê de zebzeyê me zutir digihê. Ew zebzeyê ku çêdibe em hem ji malê re dihêlin, hem ji li cîranan belav dikin û difiroşîn, pê debara xwe dikin. Dîsa hewcedariya gundiyan a bi şitlan pêşwazî dikin .  Ev 5 sale em zivistanan û havînan  li serayan zebze diçînin û em jê sûdê digirin.  Piştî me li gund, gelek jinan sera ava kirin û zebze çandin. Em armanc dikin ku di pêşerojê de li gund çandina cûreyên zebze û fêkî  zêde bikin û bikaribin li gund her cure zebze û fêkî biçînin. "
 
'Li şûna em li malê rûnên em hilberînê dikin'
 
Emîneyê herî dawî  bang li herkesî kir ku rojên xwe li şûna vala derbaskin bila bi hilbirînê derbas bikin û wiha  axaftina xwe bi dawî kir:" Ez jiyaneke bêyî gund naxwazim û nafikirim. Jiyana gundan her tim bi xwe re bereketê tîne û tu caran te birçî nahêle. Bi taybetî têkiliya jinan ya bi axê re cuda ye. Ne ax bêyî jinê û ne jî jin dikare bêyî axê bîhnê bigire. Ji ber wê jî divê em ji Şewba koronayê dersê bigirin û qedir û qîmeta  gundan bizanibin. Li şuna ku em li malê rûdinên divê em hilbirînê bikin. Bi vê yekê re  em ê xwe baştir hîs bikin  û wê ji bo tendirustiya me jî baş be. "