‘Bi rihekî komînal em li hev dicivin û kar dikin’

  • 09:09 19 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Malbatên şehîdan yên herêma Efrînê, derbarê projeyên xwe yên çandiniyê de wiha gotin: “Çandinî di jiyanê de jêderkeke bingehîn e. Divê em xwedî li berhemên xwe derkevin. Gelê Efrînê her di nava çandinî û şînkahiyê de dijîn û dikarin kedeke pîroz di vî alî de pêşkêş bikin. ”
 
Karê Çandiniyê kedeke mezin dixwaze û baldariyek jê re pêwist e. Bi taybet di civaka Efrînê de ev yek heye.  Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li kantona Şehbayê ji bo xizmeta gel û xurtkirina aboriya xwe dest bi projeyên çandiniyê kirin. Niha jî ji bo projeya çandiniya  pîvazan dixebitin. Her roj saziyek alîkariyê dide Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi rihê komînal di nava erd de dixebitin. Derbarê projeyên çandiniya pîvazan de, Malbatên Şehîdan yên herêma Efrînê ser projeya xwe axivîn û ji me re nêrîna xwe parve kirin.
 
‘Gelê Efrînê her di nava çandinî û şînkatiyê de dijîn’
 
Hevjîna pakrewan Ebdo û Endama Komîteya Projeya çandiniyê, Subhan Hisên qala projeyên xwe yên çandiniyê kir û wiha got: “Me weke Meclîsa Malbatên Şehîdan dest bi projeyên çandiniyê kirin, komîteya çandiniyê ji 5 kesan pêk tê. Armanca me jî ji projeyên çandiniyê ew e ku ji cîhanê re bidin xuyakirin ku  gelê Efrînê xwedî îrade û vîn e û li ku derê be dikare bijî. Rojane saziyek bi me re dibin alîkar û pîvazan bi hev  re  em kom dikin, dema ku em bi hev re derdikevin nava erd em kêfxweş dibin û morale me baş dibe. Gelê Efrînê her di nava çandinî û şînkatiyê de dijîn ji ber vê em projeyên çandiniyê dest pê dikin û gelek projeyên  me yên wekî din hene. Hêviya me her wê vegera Efrînê be. ”
 
‘Bi rihekî komînal em li hev dicivin û kar dikin’
 
Xwişka pakrewan Şevîn, Xedîce Miho jî bal kişand ser projeyên ku ava kirine û wiha pê da çû: “Em Malbatên Şehîdan di projeya çandina pîvazan de kar dikin. Em karê  xwe bi dilxwazî dikin, em ji bo xizmeta gel van projeyan ava dikin.  Em bi rihekî komînal di nava erdan de kar dikin û li kêleka gelê xwe û malbatên pakrewanan disekinin û alîkariya wan dikin. Em ê li Şehbayê  li ber xwe bidin heya vegera Efrînê.”
 
‘Efrînî her bi çandiniyê tê naskirin’
 
Dayika pakrewan Can Xûrt, Asya Ebdo wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em niha berhemên xwe yên  pîvazan didin hevdu û projeyên din jî hene ji bo xurtkirina aboriya gelê me. Em û gel bi hev du re kar dikin û bi dilxwazî nêzî xebatên xwe dibin. Gelê Efrînê her bi çandiniyê tê naskirin. Em dayik bi temenên mezin tu car westandinê nas nakin. Çandinî di jiyanê de jêdereke bingehîn e. Divê em xwedî li berhemên xwe derkevin. Heya em dikarin em ê ji bo vegera Efrînê kar û xebat bikin .”