Karkera demsalî Hanim: Em jiyanek ewle dixwazin

  • 09:13 18 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Karkerên demsalî yên ji bo bij dikevinîn dikevin riyan, tevî şert û mercên vîrusê dixebitin û têkoşîna jiyanê didin. Hanim Ateş diyar kir ku yekane daxwaza wan ev e ku beramberê keda xwe bigirin û di ewlehiyê de bin û got: “Gelo wê heta ku derê wisa bimeşe.”
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) sala borî 134 karkerên çandiniyê yên demsalî di qezayên rê de jiyana xwe ji dest dane. Di sê mehên ewil yên salê de jî gelek karkerî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.
 
‘Ji bo pariyek nan em evqas zehmetî dikşînin’
 
Karkera çandiniyê ya demsalî Hanim Ateş ya 75 saliye, ji Wêranşar a Rihayê hatine Tuzla ya Karataş a Edenê û di konên ku vedane de dimînin. Hanimê wiha got: “Ji bo pariyek nan em evqas zehmetî dikşînin. Gelo wê ev heta ku derê wisa bimeşe. Min xwe dîtiye nedîtiye em li ser erdan dixebitin. Min gelek ked da lê tu car min beramberê keda xwe negirt. Min heta îro lig elek bajarî karkeriya çandiniyê kiriye. Ji mal û axa xwe zêdetir ez di konan de mame. Li ser axa kesên din jiyam. Beramberê vê keda min jî tenê têrbûna zik e.”
 
‘Dîtina ava vexwarinê jî ji însafa xwediyê kar re maye’
 
Hanimê bi lêv kir ku jiyan di konde zehmete û wiha pê de çû: “Tuwalet tüne ye, av tüne ye. Carna em ava vexwarinê nabînin. Ew jî ji însafa xwediyê kar re maye. Dilê wan çawa bixwaze wisa tevdigerin. Zarokên me yên biçûk hene. Nexweş dikevin. Nexweşxane dur in. Ger xwediyên kar bibin wê bibin. Nebin jî em nikarin tiştekî bikin. Ji ber temen ez jî zehmetiyan dikşînim. Ez li zarokan dinêrim û xwarina karkeran çêdikim.”
 
‘Em ewlehiyê dixwazin’
 
Hanimê di dawiyê de balkişand ser qezayên trafîkê yên bi dehan carî jiyane û got: “Bi biharê re em dikevin rê. Heta îro me gelek caran qeza derbas kiriye. Gelek nasên min mirin. Keça min sala borî qeza derbas kir û seqet ma. Hem ji mil û hem jî ji çima xwe birîndar bû. Niha nikare tiştekî bike. Ew jî bi me re tê. Kar tüne ye. Em neçarin bên. Niha  em kartol, pîvaz, bacan, îsot û firingiyan kom dikin. Rojane 75  TL ye. Em ewlehiyê dixwazin. Em dixwazin ku keda me bê dîtin.”