Rewşa esnafên biçûk di xetereyê de ye

  • 09:01 1 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Kesên bêtemînat dixebitin xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. Xebatkara bi navê Menfiye Înan a ku dirûnkariyê dike got ev 2 mehe kîraya dikana xwe ne daye û got ku ger wisa biçe ew ê zêde deyndar bibin û wê nema kiribîn ji wan deynan xilas . Ayhan a ku bi heman karî re mijul dibe ji da zanîn ku divê hikumet piştgiriyê bide wan ji ber ku ew ê nikaribin di bin deynan de rabin.
 
Bi şewba koronoyê (COVİD-19)  ku belav dibe  bandora neyînî  li ser civakê dike. Bi taybet ji di aliyê aborî de bandoreke mezin dike. Hikumet ji bo pêşî li ber betaliyê û derxistina ji kar bigire  ji bo destûra bê pere ku wê roja wê 39 TL bide ket nava hewidanan. Ango ji bo 3 mehan derxistina xebatkaran ji kar qedexe kir. Lê di niqaşên ku tên kirin de tê gotin ku tevdîrên di van aliyan de tên girtin sînordarin û wê pirsgirêkan çareser nekin.  Herwiha kesên bê ewlehî dixebitin jî dixwazin ewlehiya wan ya aborî were girtin. Gelek esnaf di vê serdemê de pirsgirêkên mezin dijîn. Ne dikarin firotinê bikin ne ji dikarin kîraya malê bidin. Ji bo ku em rewşa esnafan di cih de bibinin me bi esnafan re hevdîtin pêk anî. 
 
Qeyrana aborî û tendirustiyê di van deman de darbeyek mezin li esnafên biçuk, bi taybet ji li  kedkarên jin da. Bi hezaran kes ji karên xwe bûn û rewşa esnafan jî her ku diçe xirab dibe. Dema me çavê xwe li kuçeyan gerand, bi jimareke kêm deriyê dikanan vekirî bû.  Ev kesên li van dikanan kar dikin pirên wan jî kirê didin. Lewra dema me pirsî jî me dît ku pirsigirêka hemûyan ji heman e. Ji bo kîraya xwe bikaribin bidin derî vekirine. Lê ferqa wan ji dikanên girtî tüne ye. Kiryarên wan tune ne, vekin jî wê nikaribin firotinê bikin.  Ji ber vê jî herkes ji dema pêş bi fikar e. Ger ku ev şewb zêdetir dirêj bibe wê bibe sedema qeyranên mezintir. Rewşa awarte ya ji bo tendurustiyê biqede ji wê rewşa birçîbûn û bêkariyê neqede. Hemû pispor û zanyar dibêjin wê piştî şewba vîrûsê tiştek weke berê nemîne. Ev jî dide nîşakirin ku wê guhertinên herî mezin di aliyê aborî de pêk werin.
 
‘Qeyrana tendirustiyê darbeya duwem e’
 
Yek ji firoştgehên vekirî ya Manîfe Înan bû ku  ew û keça xwe ya zewicî ye û kurê xwe lê kar didan meşandin. Menîfe înan bi zarokên xwe re bi qasî 15 salan e ku kare dirûnkariye dike. Dirunxaneya wê li ser rêya zumrut kenta li navçeya Rezanê ye. Bi naskirina wê re me  rewşa aborî ya wan ango bandora şewbê pirsî. Manîfeyê diyar kir ku pirsgirêkên wan gelekin, mala wê, ya keça wê û firoştgeha wê ji bi kire ye.  Manîfeyê got ku ev  15 sal zêdetire di vî karî de dixebite û ji ber qeyrana aborî ew nikarin bi pêş kevin.  Manîfeyê  wiha bahsa pirsgirêkên ku dijîn kir: “Ji ber ku demeke zêde ye vî karî dikim kiryarên min ên daîmî hene. Berê em bi ber kar re nedigîhan û min malbata xwe hemû kir vî karî. Mixabin bi qeyrana aborî re ev rewş hate guhertin. Serkeftinên me nebûn sedem ku em bi pêşkevin. Ji derziy:ê  bigirin hetanî qumaş biha bûye. Em jî neçar dibin ku bihayê dirûnê giran bikin. Her ku çû qeyrana aborî mezin bû, kiryar kêm bûn û rewşa me ya aborî jî her ku çû lawaz bû.”
 
Manîfe got qeyrana tendirustiyê darba duyem  li wan xist û wiha berdewam kir: “Em ber bi meha 2’em a belavbûna şewba koronoyê ve diçin. Her ku diçe rewş awarte dibe, lê mixabin ev dibe sedema rewşên mezintir. Ger wisa dewam bike em ê ji birçîna bimirin ne ji ber koronoyê. Meha borî min qet kar, ji ber wê yekê min nikaribû kîraya dikana xwe û ya malê bidim. Hevjînê min ji bi belavbûna vîrûsê re ji kar hat derxistin.  Em nikarin rojane ji jiyana xwe bidin berdewamkirin. Ger ku çend mehên din wisa bidome gelo em ê çi buxun û vexun. Ez ê neçarbim ku dikanê vala bikim. Ez niha difikrim ku karekî din bikim. Ger ku karê demsalî yê çandiniyê hebe em ê herin bixebitin lê mixabin ew jî bi dest me nakeve. Ez îro  ji bo deynê xwe bigirim dixebitim. Lê hun ji dibînin ku kar gelek kêm e.”
 
‘Divê hikumet polîtîkayên çareseriyê biafirîne’
 
Ayhan Qaş  jî dikana wê li taxa Qantarê ya girêdayî navçeya Rezanê ye, kare dirûnkariyê dike û di xebatkarên wê jî hene. Ayhanê bal kişand ser qeyrana aborî a bi şewba vîrûsê re mezinbûye û wiha got: “Şewba vîrûsê em xistin nav qeyranên mezin. Kirîn û firotin tune ye.  Ji ber wê yekê her du xebatkar  û ez Jî em mexdur in. Ez nikarim kirêya dikana xwe bidim . Ger wisa berdewam bike emê di aliyê aborî de zahmetiyên mezin bijî. Divê hikumet bi lezgînî çareseriyekê bibîne. Em weke esnaf pirsgirêkên mezin dijîn. Divê polîtîkayên pareseriyê bên pêşxisitn.”