HDP: Em ê di 1'ê Gulanê de qîrînên xwe bikin yek

  • 11:46 30 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkeran, Komîsyona Kedê ya HDP'ê peyamek weşand û got: "Îsal di 1'ê Gulanê de karker dê tercîha xwe bikin. An em ê dengê xwe nekin û zilmê qebûl bikin. An jî em ê vê zilma sermayedaran red bikin. Qîrinên xwe bikin yek û bi hev re qîrîna xwe bilind bikin."
 
Bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna Yekîtî û Piştevaniyê ya Karkerên Cîhanê, Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyaniyek nivîskî weşandin. Li ser navê komîsyonê, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê û berpirsiyarê Komîsyona Kedê Şaziye Kose daxuyanî da. Her wiha li gelek bajaran jî Rêxistinên HDP'ê derbarê 1'ê Gulanê de daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kir ku dê bi piştevanî û yekitiyê qedera xwe bi destê xwe diyar bikin û got: "Ji bo em jiyanek nû ava bikin di 1'ê Gulanê de em li her derê ne. Ji bo em jiyanek nû ava bikin, li mal, kolan, ewyan, kargerî, fabrîqe, bax û baxçeyên xwe em jiyanê radiwestînin û bi tilîlî û dirûşmeyan 1'ê Gulanê pîroz dikin. Li cîhanê û Tirkiyeyê li gel şewba Covît-19, li dijî mafê azadî û keda karker û kedkaran êrîşek heye. Bi şewba vîrûsê re li cîhanê û Tirkiyeyê qeyrana pergala kapitalist bêtir kûr bûye. Têkoşîna navbera çînan bêtir tûj bûye."  
 
'Dixwazin sermayedaran ji qeyranê rizgar bikin'
 
Komîsyona kedê anî ziman ku qeyrana li Tirkiye û cîhanê derketiye holê ne ji ber şewbê ye û wiha got: "Qeyrana li cîhanê û Tirkiyeyê ne ji ber şewbê ye. Hikûmet bi pakêtan, ewil hewl didin sermayedaran ji qeyranê rizgar bikin. Dibêjin 'Berê aborî' û qîmet nadin tenduristiya civakê. Serokê DYA Trump got 'Fatûra aboriyê ji ya tenduristiyê xerabtir e. Waliyê faşîst ê Teksas jî got "Li şûna aborî têk biçe bila kal û pîr bimirin" Serokê Îngiliz ê emperyalîst Boris Johnson jî got 'Berdin bila kal û pir bimirin. Bila civak fêrî nexweyiyê bibe' Mixabin li Tirktiye jî hişmendî yek e."
 
'Em ê bi hev re biqîrîn'
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îsal di 1'ê Gulanê de karker dê tercîha xwe bikin. An em ê dengê xwe nekin û zilmê qebûl bikin. An jî em ê vê zilma sermayedaran red bikin. Qîrînên xwe bikin yek û bi hevre qîrîna xwe bilind bikin. Em ê destê xwe bidin hev û li qer qadê dengê xwe bilind bikin. Em îsal li kolan, fabrîqe, kargerî, bax û botanan destê xwe didin hev qerîna xwe dikin yek jiyanê radiwestînin û 1'ê Gulanê li her derê pîroz dikin." 
 
Li Enqereyê 1'ê Gulanê bi tilîliyan tê pêşwazîkirin 
 
Li Enqerê bi minasebeta 1'ê Gulanê HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê organîze kir û bal kişand ser wateya 1'ê Gulanê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de kedkarên tenduristiyê û her wiha hemû kedkarên din silav dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê sibêhê li her qada jiyanê li malê, li eywaneyên malê, li kolana, li baxçeyên nexweşxaneyan, li fabrîqayan bi tilîlî û çepikan çejna xwe pîroz bikin. 
 
Li Edeneyê ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
 
Li Edenê jî bi heman armancê HDP'ê daxuyaniyek li avahiya xwe daxuyaniyek dan û banga pîrozkirina 1'ê Gulanê hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê li dijî kedxwarî û û şîdeta li heberî jinê li qadan bin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çend li qadan neyê pîroz kirin jî dê  li malan û fabriqeyan 1'ê Gulanê bê pîrozkirin. 
 
Li Amedê ji bo 1'ê Gulanê daxuyanî hat dayîn 
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê, li ber avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Pankarta "Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê têkoşîna me ya ked, edalet, demokrasî û azadiyê didome" vekirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku îsal 1’ê Gulanê di bin bandora kriza siyasî, aborî, civakî û vîrûsa koronayê de pêşvazî dikin û wiha hat gotin: "Divê em tevahiya beşên civakê Kurd, elewî, kedkar, karker û tevahiya bindestan û mexdûrên ve dîktatoriyê qebûl bikin ku heta pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku demokrasî li Tirkiyê neyê avakirin û hetanê em ji van siyasetên faşîzane neyên xilaskirin ewê her daîm emê di nav qaos, qrîz, zulm û bêedaletiyê de bijîn. Em dikarin bi hev re aştiya civakî, civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin. Bijî 1’ê Gulanê roja karker û kedkaran ya navneteweyî, hevkarî û têkoşînê."