‘Em bi hêvî ne ku îsal berhemên çandiniya me bi xêr û bereket be’

  • 09:03 30 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Asya Mehmûd, derbarê aboriya jinê ya bajarê Dêrikê de û baldariya jinê ji bo erdên wê yên çandî wiha got: ”Di sala borî de tu rewşên şewatê ser erdê aboriya jinê derneket, ji ber em li zeviyên xwe baldar bûn û berhemên wê jî pir baş bû. Em bi hêvî ne ku îsal jî çandiniya me bi xêr û bereket be.” 
 
Di mewsimê çandiniya sala 2019’an de li gelek deverên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewata zad derket pêş.  Vê şewatê gelek bandor li ser erdê gelê herêmê kir û pir zerar jî bi xwe re anî. Li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê, di sala borî de qet rewşên şewatê derneket, ji ber şêniyên herêmê li zeviyên xwe baldar bûn, newbet û serlêdan dikirin. Îsal aboriya jinê ya bajarê zêdetirî  510 hektar zevî çandine û di nav de ev koperatîf li tevahî jinan belav kir. Têkidarî mijarê Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Asya Mehmûd, ser xebatê aboriya jinê axivî.
 
‘Em li zeviyên xwe baldar in’
 
Asya  ser berhemên çandinya sala 2019’an de axivî û  wiha got: ”Di sala 2019’an de zadê bajarê me nehatin şewitandin û em rastî tu rewşên wisa nehatin. Erdên ku me çandin berhemên pir baş derxistin. Me tedbîrên xwe girtin û rojana em di nava zeviyan de bûn. Îsal me sîstemeke xwe ya nû rûniştandiye, erdên nêzî gundan me koperatîf lê ava kiriye û kesên ku di gund de dijîn jî ew bi xwe xwediyê vê koperatîfê ne, da ku em îsal jî erdên xwe ji şewatê biparêzin.” 
 
‘Me çewalên genim li hemû  koperatîfên xwe belav kirin ’
 
Asyayê  di domandina gotina xwe de  bal kişand ser amadekariyên xwe yên îsal ji bo berheman û wiha domand: ”Li aliyê navçeya Koçerata me 200 çewal genim çandiye û li 5 gundan belav kir. Her gundek 6 heta 7 jin lê hene û weke koperetîf çêkirine. Li aliyê gundê Zihêriyê me 60 çewal genim li 6 jinan belav kir û li Eyn Dîwerê me 30 çewal genim li 6 jinan belav kir.  Li aliyê bajarê Dêrikê 125 çewal genim me çandiya û weke komîteya aboriyê em ser disekinin. Me çewalên genim li hemû jinên koperatîfan belav kir.”
 
‘Gav bi gav em li ser erdên xwe sekinîn ’
 
Asya bal kişand ser şêwazên xwe yên  çandiyê û wiha pê de çû: ”Me di destpêkê  de cotkarî û çandinî di nava erdan de kir, paşê me amadekariyên semada biharê ji bo erdan kir. Her wiha me dermanê li dijî kêzikan li erdan belav kir.  Niha jî em amadekariya 4 patozên  çandiniyê dikin. Her wiha tensîq di navbera me û endezyarê çandiniyê de heye û  dem bi dem serdana erdên me dikin.”
 
‘Me amadekariyên xwe yên îsal re temam kiriye’
 
Asya  behsa amadekiriyên xwe yên li dijî şewatê kir û wiha bi dawî kir: ”Me heta niha 2 kes ji bo çavdêriya erdan peywirdar kiriye. Her wiha kesên di koperatîfan de kar dikin çavdêriya erdan dikin. Amadekariyên me ji rewşên ewarte re yên şewatê re hene û em bi hêvî ne ku  îsal jî çandiniya me bi xêr û bereket be .”