Hekîmên malbatê çi dixwazin, çi dijîn: Pandemiyê rastiya pergalê danî holê

  • 09:08 29 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Hekîma malbatî Sîbel Uyan diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de rastiya pergala tenduristiyê ya li Tirkiyeyê derketiye holê û got: “Heta ku pisgirêkên der barê pergalê de neyên çarserkirin, li şaneşînan lêdana çepikan, daxuyaniyên wekê ku sankî derdê me pere ye, rumeta me şikand.”
 
Di pêvajoya têkoşîna li hember vîrusê de ewil Navendên Tendusitiya Malbatî (ASM) û hekîmên malbatî tên hişê mirovan. Hekîma Malbatî Dr Sîbel Uyan pêvajo nirxand.
 
*ASM cihê ku xizmeta tenduristiyê ya asta yekem lê tê dayînê ye. Karê û barê wir çawa dimeşe? Di vê pêvajoya pandemî de hun bi çi re tên rû hev?
 
Yên tên hekîmtiya malbatî ji bo nexweşiyê nayên. Ji bo derman binivîsin tên. Yanî kes di vê pêvajoyê de dibêjin ‘li hember min normal tevbigerin, di çarçoveya koronayê de min negirin dest’. Lê em vê qebûl nakin. Ji ber vê em rastî bertekên mezin tên. Li nexweşxayan rûpûş, lepikan qebûl dikin lê li vir qebûl nakin.
 
*Têkiliya we ya bi malbatê re çawa ye? Pêvajoyê çawa bandor li we kir?
 
Em hewl didin moralê xwe bilind bigirin. Em hewl didin bi malbatê nedin hîskirin. Wek hekîmên malbatî, bi rastî rihê me xesar dîtiye. Malbat ji we nêzikbûnê dipê û bi rastî parastina navbera fîzîkî zehemt dibe. Ev jî bandor li me dike. Şîdeta gotinî jî zêde bû. Em jin neçarin cuda nêzî jina ducanî û bebekê bibin. Ji bo mêran îzole hêsantire. Lê di civak û malbatê de ji bo jinê îzolekirin zehmetir e.
 
*Di pêvajoya pandemiyê de wek hekîmek jin we çi zehmetî jiya
 
Pergal li malê jî bar dide ser milê jinan. Mêr serê xwe dişo û dikare li odeyê xwe îzole bike. Lê jin çawa tê diçe mutnbexê, bi zarok, dê û bav re eleqeder dibe.Ez nikarim ji mirovan re bêjim ku em neçarin xwe îzole bikin.
 
*Li aliyekî çalalkiyên çepikan pêk hat û li aliyê din jî cîranan bi îmzeyan bijîşkên li avahiya xwe derxistibûn. Nêzîkatiya cîranan li hember we guherî gelo?
 
Ji ber qedexeyê ez pir kesî nabinim. Hem çepik tê lêdan û hem jî tuyê bêjî ji avahiya min derkeve. Ev tiştên dijberê hev in. Em doktorê ji dûrve pîrz bikin lê yê nêzî xwe derbikin. Lê em ji xwepêşendanan hez dikn. Lê dema em bêjin werin qadan kes tune.Ev rêbazeke deşarjê ye. Me ji çepikan tu zewq negirt. Berovajî vê em hêrs bûn.Ji ber prisgirêk didomin. Gotinên wekê ‘em ji bo van çepikan lê didin, em pere takviye dikin’ jî em gelek hêrs kirin. Ji ber em tu kes ne kêfxweşin.Daxwaza me eve ku dema em karê xwe dikin pisgirêk bên çareserkirin.
 
*Agahiyên wekê gelek xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane hene. Ev bandorek çawa dike?
 
Me li Sîlîfkeyê hevalek xwe winda kir. Ev rewş dikare bê serê me jî. Bêguman em her tim vê rîskê difikirin. Girêdayê vê pêşeroja zarokên me, aliyê hestiyarî û aborî heye. Ev fikarên me gelek zêde ne. Divê em tedbîra xwe bigirin.
 
*Nêrîneke wekê li ASM’yan xebata fîlyasyonê tê kirin heye. Pergala xebata we vê pêvajoyê çawa ye?
 
Cihên ku divê xebata fîlyasyonê lê bê kirin asta yekemîn e. Lê ji ber em xizmetê didin kes, li kes jî fîlasyon nayê kirin. Em tenê li lîsteyên ku ji me re tê şandin digerin. Fîlyasyon; tespîtkirina bûyeran, tespîtkirinabûyerên li dora bûyerê hatiye jiyîn û îzolekirin, tedbîrên hewce girtine û ji muxtarî an jî şaredariyê re ragîhandine. Şansekî me yê wisa tune. Lê wekê ku ev pergal li ser hekîmên malbatî tên kirin tên nîşandan.
 
*Di pergala tenduristiyê de mafê gotina we çiqas e? Ev bandor li we dike gelo?
 
Di roja ewil de kesên ku pirsa ‘divê çi tedbîr bên girtin’ bikin tunebû. Tenê me gotina ‘yên nîşaneyên wan hene divê serî li saziya herî nêz a tenduristiyê bidin’ sererast kir. Ji ber ku jinên ducanî û bebek tên ASM’yan. Ji ber vê hatine nexweşxaneyên din jî ne raste. Nehiştin em hawira xwe birêve bibin. Lê tecrubeyên me têr dikin. Lê di vê pêvajoyê de dîrektîfên jor hewl dan birêve bigin. Em tenê travmasyona hestiyarî û demoralîzasyonê dijîn.
 
*Hekîmên malbatî bi peyman dixebitin. Ev bandorek çawa li jiyana we dike?
 
Dema hekîm îzole bibe, herî zêde sermaya donerê tê birîn. Lê ji ber hekîmên malbatî serî rojê dixebitin, dema ku 15 rojane nexebitin pere jî tune. Her wiha nexweşxane bixwe alavên xwe digire. Em alavên xwe digirin. Lîtreya dezenfektanê 35 lîra bû lê niha 100 mîlîlîtreya wê 35 lîra ye. Di alî rûpûş û lepikan de odeya tabîban û şaredarî bûn alîkar. Em nabêjin tiştekî bidin me. Em dibêjin ku ‘axa di pergalê de paqij bikin’. Ez koronayê ji malbata xwe nagirim. Ez ê li kargeriyê bi vê vîrusê bikevim. Divê berpirsyariya vê jî bê girtin.
 
*Ji ber barê kar hun dikarin desturê bigirin?
 
Destur tune. Hekîmên nexweşiya wan ya kronîk hene. Nêzî 40 hekîm malbatî yên di ser temenê 65’î de dixebitin. Teletip hat derxistin. Çûyîna van kesan pêkane. Lê ji bo vê jî destur nayê dayîn. Windahiya mafê nexweşan mijara gotinê ye. Hekîmek me ya nexweşa pençeşêra memikan heye. Gelo di vê pêvajoyê de xebata wê çiqas mirovahiye.
 
*Teletip bandorek çawa li ser şert û mercên xebatê kir?
 
Bi telefonê nexweş êşbirê dide nivîsin. Gelo ev êş êşa çi ye, beyî dîtina nexweş nivîsandina derman jî pirsgirêkek cudaye. Ji bo kesên di ser temenê 65’î de hevdîtin tê kirin û der barê dermanan de piştgirî tê dayîn. Lê ez ne hekîma dermanim ku. Divê ez mêzekirin, meşa wî bibînim. Texrîbata li ser pîşeya me didome. Em nav rojê dixebitin. Rêgezên hekîmtiyê nehiştin. Lê em bi înat rumeta xwe diparêzin.
 
*Di dawiyê de tiştekî hun lê zêde bikin heye an na?
 
Pandemiyê aloziya di pergala tenduristiyê de danî holê. Divê asta yekemîn di çarçoveya cemawerî û xizmeta cemawerî de be. Riya herî hêsan a kontrolkirina enfeksyonê fîlasyone. Pergala vê bike jî pergala cemaweriye.