'Destên jinê afrîner e, dikare her xweşikbûnê ava bikin'

  • 09:04 25 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
 
 
Hêlîn Mihemed
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Belqîs Newal Bin-Xelîfa ji dewleta Cezayirê ye. Ji ber hezkirina xwe ya çanda erebî nexşeyên hunera xetên erebî xêz dike û di xebatê xwe de hebûna xwe dibîne. Belqîs dibêjê: "Hezkirina min  a ji çanda min ya erebî re, hişt ku ez di hunera nexşandina xetên erebî de pêş bikevim. Bila jin xeyalên xwe sînordar nekin, destên jinê afrîner e, dikare her xweşikbûnê ava bike û bide jiyanê." 
 
Dema ku xweşikbûn bi kedê re dirdikeve pêş dîsa jin reng dide. Di nava kîjan civakê de yan jî li kîjan welatî be, jin weke parêzvana mîrasê çandî tê pênasekirin. Çand, ziman û dîrok ev hemû peyvên girêdayî jinê ne, di nav de hebûna civakê bi hebûna jinê bi hev dide girêdan. Jina bi navê Belqîs Newal Bin- Xelîfa ji dewleta  Cezayirê ye û temenê wê 25 salî ye. Belqîs jineke ciwan e pîşeya wê ya nexşeya hunera xetên erebî heye û di nav de jî Belqîs xebatên wênesaziyê dike.  Hunera Xetên erebî yên esîl her kes nikare bi rengekî wiha xweşik xêz bike, ji ber ev xebat pisporî jê re divê û destnîşaneya  wê çanda erebî a resen e.  Belqîs  bi vî karê xwe bûye yek ji jinên pêşeng yên parastina çand û hunera  erebî. Ji bo naskirina pîşeya Belqîs ya wênesazî û  hunera nexşeya xetên erebî, ji ajansa me re axivî û xebatên xwe da nasîn.
 
'Hezkirina min ji çanda min re beşek ji pîşeya min a hunera xetê bû' 
 
Belqîs di destpêka axaftina xwe de qala xebatên xwe yên nexşandina hunera  xetên erebî û fêrbûna xwe kir û wiha got: "Ev bû 10 sal ku ez xwe li ser fêrbûna  nexşandina hunera xetê erebî perwerde dikim. Jixwe ev pîşe ji zaroktiya min de bi min re heye, ji ber dema ku ez zarok bûm min pir ji xêzkirina wêneyan hez dikir.  Paşê ev hezkirin bû sedem ez bibim xwedî pîşe.  Jixwe min zanîngeha beşa ragihandinê xelas kiriye û niha ez li Cezayirê dimînim. Destpêka fêrbûna min ji hunera nexşandina  xetên erebî re, min bi xwe dest pê kir. Malbata min jî  moralê min baş dikir û bi min re bûn alîkar ku ez bêtir xwe pêş bixim. Hezkirina min  ji çanda min re beşek ji vê pîşeyê ye. Kesên ku xebatên min dîtine û şopandine pir jê hez kirine û ecibandine." 
 
'Li ser camê jî  ez hunera xwe xêz dikim û dinexşînim'
 
Belqîs di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi fikra xwe li ser caman hunerên xeta erebî nexşe dike û wiha dom kir: "Weke destpêka xebata min, min ji xwe re li ser pelikan xetê erebî xêz dikirin.  Paşê ji bo bikaranîna camên şikestî  û fêda wê, min dest bi xêzkirina hunerê  li ser caman kir. Jixwe dema min dît ku pêşketin bi min re çêdibin, li gel mamosteyê çanda xeta erebî  min pîşeya xwe pêş xist. Tenê ev 6 meh in ez li gel mamoste me, salên borî hemû keda min bi xwe bû. Ez ji vê hunerê hez dikim ji ber nîşaneya çanda me ya erebî ye û gelek kes ji vê hunerê di nava çanda erebî de ne baldar in. Lê dema ku jineke li ser bixebite ev xebat cuda û xweşiktir dibe."  
 
'Bi vê xebata xwe ez debara xwe dikim'
 
Belqîs li ser rêbazên xêzkirina hunera  xetên erebî û amûrên ku tê de tên bikaranîn wiha dibêjê: "Amûrên ku di çêkirina xetê erebî de tê bikaranîn darê qamiş ew jî cureyeke ji dara ye, ya din jî hibra pênûsê ye û ji bo nexşandina  li ser camê rengên cuda yên hibrê, tên bikaranîn. Destpêkê ez van xetan bi rengên xweşik û rast çêdikim paşê vedigerim dinexişînim bi wêneyê ku ez dixwazim. Ez navan çêbikim, ayetên Qurana Kerîm û gotinên pêşiyan  ji bo min êdî hêsan tê xêzkirin.  Jixwe  min gelek tablo û camên ku çêkirine firotin, kesên ku ji min dikirin jî ji bo parastina çanda  xetên erebî li malên xwe dadiliqînin. Bi vê xebata xwe ez debara xwe jî dikim."
 
'Bila jin xeyalên xwe sînordar nekin' 
 
Belqîs di dawiyê de bang li jinan kir ku ji pey xeyalên xwe venegerin û pîşeyên xwe pêş bixin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Derbarê karê min de gelek, vexwendin li Cezayir û derve jî  ji pêşengehan ji min re hatin. Lê ya girîng niha ku ez xwe hîn bêtir pêş bixim û di vê xebatê de bibim pispor. Dibe heya niha min vexwendina pêşengehan qebûl nekiriye, lê di dema pêş de dibe ku ez bi xwe pêşengehkê ji xwe re li dar bixim. Banga min ji bo tevahî jinan ku xeyalên xwe sînordar nehêlin û pîşeyên xwe pêş bixin. Destên jinê afrîner e, dikare her xweşikbûnê ava bike û  bide jiyanê."