'Krîza aborî bandorê li amedekariya sivistanê kir'

  • 09:05 17 Îlon 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Jinên li Amedê dijîn bi dawîbûna havînê re dest bi amedekariyên zivistanê dikin. Jinan got: "Em di nava krîza aborî, bûhabûn û bêkariyê de hewl didin li gorî hêza xwe amedekariya sivistanê bikin. Diyare ku dê sivistanê krîz bêtir kûr bibe û dê xwerin bûha bibe."
 
Jin ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kirin û zebze depo dikin, konserve digirin, zebzeyan hişk dikin, reçel çêdikin. Amedekarî êdî wekî çandekî li hemû derê li pêşketiye. Bi amedekariya zivistanê jin alîkariyê didin aboriya malbatên xwe.  Her wiha malbat ligel bûhabûn û krîza aboriyê hewl didin ku debara mala xwe bikin. Jinên ku li taxa Bagcilara navçeya Rêzana Amedê dijîn ji ajansa me re qala amedekariyên sivistanê kirin. Jinan hem qala amedekariyên xwe kirin û hem jî bertekên xwe li hemberî bûhabûnê anîn ziman. 
 
‘Krîzê destûr neda em bi dilê xwe amedekariyê bikin’
 
Sevîm Kura diyar kir ku di meha tebaxê de dest bi amedekariyên sivistanê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di meha tebaxê de gelek sebzeyên xwe hişk dikin û ji bo reçelê cûre cûre fêqî hişk dikin û depo dikin. Bi qasî hêza xwe em amedekarî dikin. Dema demsal diqede amadekariyên me jî diqedin. Ji ber krîza aborî wekî berê em nikarin tiştan bikirin û depo bikin. Krîz destûr neda em bi dilê xwe amedekariyê bikin."
 
‘Bi her awayî krîz bandorî li me dike’
 
Gulsun Alp wekî jinên din qala amedekariyên zivistanê kir û da zanîn ku ji ber krîza abariyê nikarin wekî berê amedekariyê bikin. Gulsun, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li vir welatiyên belengaz in. Bi her awayî krîz bandoriyê li ser me bandorê dike. Her wiha ewqaz astengî hene ku êdî em naxwazin tiştek bikin. Em tên cem hev rûdinên û tenê qala bûhabûnê dikin. Rewş hatiye vê astê. Îro em bacanên reş li ser pelan dipijînin, mixabin têra çend rojan nake. Ji ber ku rewşa madî têr nake û em ewqasî distînin. Her carî kêm distînin û ji bo zivistanê radikin. Em wekî berê nikarin amadekariyên sivistanê bikin."
 
‘Yê ku dibe sedemê van yekan bila şerm bike’
 
Cahîde Açik li hemberî krîza aboriyê bertekên xwe anî ziman û diyar kir xizanî û krîz her ku diçe kûrtir dibe û wiha got: "Sedemên wan tiştan hemû hikûmet bi xwe ye. Jiyana me ne hêsan ne. Ji ber bêkariyê, krîza aboriyê û bûhabûnê em nikarin tiştek bikin. Niha zarokên me ji ber van rewşan ketin rêyên nebaş. Ne em yê ku sedema wan yekane bila şerm bikin. Em di nava kîjan şert û mercan de dijîn û ew kîjan şertû mercan de dijîn baş binerin. Em ji vê yekê re divê bêdeng nemînin. Herî kêm ji bo zarokên xwe."
 
'Ji ber tirsa bûhabûna sivistanê em amedekariyê dikin" 
 
Cahîde, da zanîn ku niha tenê balîcanên reş dipijîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha her kesek bi debara mala xwe re mijûl le û nikarin xwarina rojane çêbikin. Niha em çend jin li vir dora hev rûniştinê û bi hev re amedekariyên zivistanê dikin lê rewşa me hemûyan heman tişte û ji ber bûhabûnê em nikarin tiştek bistînin. Ez niha tenê balîcanên reş dipijînim wekî din hêza min nîne tiştên din çêbikim. Her ku diçe bûhabûn zêdetir dibe. Ji ber tirsa bûhabûna sivistanê em neçarin amedekariyê bikin."