Arzu Çerkezoglu: Bi tayînkirina qeyûman betaliya jinan zêde bû

  • 09:10 10 Îlon 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku yek ji pisgirêkê herê mezin ya Tirkiyeyê betaliya jin û ciwanan e û got di vê mijarê de jî bandora qeyûman gelek zêde bû û wiha pê de çû: “Di pêvajoya qeyûman a 2016’an de jî hat dîtin ku betaliya jinan gelek zêde bûye û ev pêkanînên dijdemokratîk mirovan tîne vê asteke neyînî.”
 
Wezareta Xebat û Xizmetên Civakî, bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) hevdîtinên Peymana Komî ya 2019-2020’an ya ku bandorê li nêzî 200 hezar karkerî dike, pêk anî û ji bo 2020’an 4+4 û ji bo 2021’ê jî 3+0 rêjeya zemê hat îmzekirin û lihevkirin. Li gorî peymanê ji bo sala 2019’an ji bo karkerên cewamerî ji sedî 8+4, ji bo 2020’an de jis edî 3+3 ferqa zem û enflasyonê wê bê dayîn. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Maf (Hak-Îş) di Peymana Karê Komî ya cemawerî de ji bo 2020’an ji sedî 3+3 wê ferqa enflasyon û zemê bide.
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kar a Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu pêvajo nirxand û diyar kir ku bi her du peymanên komî re di pêvajoyên bazarê de hemû barê krîza desthilatdariya siyasî li karker, kedkar, xebatkarên cemawerî û teqawîtan tê birîn.
 
‘Rêjeyên zemê bi tu awayî nayê qebûlkirin'
 
Arzuyê daxuyakirin ku enflasyona fermî ji sedî 15 û 20 dimeşe û enflasyona xurekê gihiştiye nêzî ji sedî 30’î û di pêvajoyê de zêdebûnek ji sedî 3 û 4 wê rê li ber xizaniyek cidî vebike û rêjeyên zemê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta divê sendîkayên karker û cemawerî bike, ev e ku divê li dijî polîtîka û ferzkirinên desthilatdariyê, em xwedî li nanê xwe derkevin û têkoşînê mezin bikin. Divê sendîka li dijî van polîtîka û ferzkirinan, ji bo parastina ked û hedestê xwe têkoşîneke yekbûyî bimeşîne.”
 
‘Qeyûm wê mafê ewlehiya xebata jinê ji holê rabike’
 
Arzuyê destnîşan kir ku di çarçoveya peymanê de ne tenê 200 hezar karker an jî 5 mîlyon xebatkarê cemawerî, teqawît, wê ji bo her kesî encamên girîng derkevin holê û wiha pê de çû: “Wê bandorê li ser ser şert û mercê jiyana her kesî bike. Em bang li hemû sendîka û federasyonan dikin ku bi hev re têbikoşin.”
 
Arzuyê balkişand ser betaliyê û got ev hatiye asta ku pêşeroja civakê tehdîd dike û wiha got: “Tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarê mezin jî wê di vê mijarê de bi bandorek neyînî bike. Di pêvajoya qeyûman a 2016’an de jî hat dîtin ku betaliya jinan gelek zêde bûye û ev pêkanînên dijdemokratîk mirovan tîne vê asteke neyînî. Li cihekî ku demokrasî, wekhevî, edelet tunebe tu ewlehiya maf jî tune. Ewlehiya mafê xebata jinan jî tune.”