Li Çukurovayê çandinî qediya: AKP’ê psîkolojiya cotkran xera kir

  • 09:13 6 Îlon 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Jinên ji ber polîtîkayên dewletê neçar man dest ji cotkariyê berdin diyar kirin ku ji bo deynê xwe yên ji cotkariyê bidin dest bi karê nan kirine û bertek nîşanê hikûmetê dan.
 
Li gorî rapora ‘Welatê Çandiyê Tirkiye ya ku hilberînê nake’ di 2002’an de, 26.5 mîlyon hektar qada çandiniyê hebû û heta 2018’an ev daket 3.35 mîlyon hektarî. Di 2003’an de 2 mîlyon û 765 hezar û 287 cotkar di qeyda pergalê de qeydkiribûn, di dawiya 2018’an de ev daket 2 mîlyon û 103 hezar û 765’î. Bi vî awayî 661 hezar û 519 kes ji hilberînê veqetiyan. Di 16 salên dawî de hejmara kesên di sektora çandiniyê de dixebitin 2 mîlyon û 663 hezar kes kêm bûye, dîsa di dema AKP’ê de piştgiriyê divê ji çandiniyê re bihata dayîn, ji îthalatê re hat xerckirin û di navbera 2003 û 2018’an de bi qasî 95 mîlyar û 260 mîlyon dolarî berhemên çandî hatin îthalkirin. Cotkarên piştgirî negirtin ketin bin deynan. Di 2002’an de ku dema AKP hat desthilatdariyê deynê 2.6 mîlyon cotkarî 530 mîlyon TL bû û îro 106 mîlyar TL ye.
 
Li Çukurovayê çandinî qediya
 
Li Tirkiyeyê yek ji herêmên sereke ya çandiniyê Çukurovaye. Cotkarên herêma Kazanli ya Mersînê, ji ber polîtîkayên çandiniyê yên desthilatdariyê bi îflasê re hatine rû hev. Li Kazanli ji sedî 80 gel bi cotkariyê re mijûl dibin, ji ber deynê krediyan, lêçûnên mezin û pisgirêkên bazarê dest ji cotkariyê berdan û berê xwe dan karên cuda. 12 jinên li Kazanli ku dest ji çandiniyê berdane hatin cem hev û nanê sêlê çêdikin û bi vî debara xwe dikin. Pisgirêka van jinan a hevpar qedandina cotkariyê ye.
 
‘8 sale ez deyn didim’
 
Gulsen Yorulmaz dest nîşan kir ku 15 salan cotkarî kiriye, 8 sal in jî cotkariyê nake û got: “Hatina me ji lêçûna me kêmtir bû. Ji ber vê me dest jê berda. Derman, zibil û mazot pir bihaye. Her tim zem tê kirin. Em nikarin erdên xwe cot bikin. Dema em dikin jî em dikevin bin deyn. Em nikarin berhem bifroşin. Dema wisa be jî deyn dikevin ser hev û em neçar dimînin krediyê bikşînin. Kredî bi faîzê jî mezin dibin û mirov dest ji kar ber didin. 8 sal in min dest ji cotkariyê berdaye lê hîna deyn didim. Piştî vê me jinan biryar da ku em nan çêkin û bifroşin.”
 
‘Em cotkarên demekê ne’
 
Melahat Yorulmaz jî bi lêv kir ku polîtîkayên hikûmetê çandinî qedandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji ber zemê dest ji cotkariyê berda. Hîna jî zem zem. Polîtîkayên dewletê cotkar qedandin. Ma tenê cotkarî, her tişt qedan. Rewşa me li holê ye. Em demekê cotkar bûn. Em niha li vir nan çêdikin û diforşin.”
 
'Her tiştê me qediya'
 
Gulay Yorulmaz jî bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên çandiniyê yê hikûmetê neçar mane baxçeyên xwe bifroşin û ev tişt vegot: “Hikûmetê psîkolojiya cotkaran xera kir. Li navenda çandiniyê Mersînê binêrin, wê her tiştî vebêje. Baxçe çûn. Her tiştê me qediya. Em nikarin berhem bifroşin. Her tiştê me îthal e. Em niha li vir nan çêdikin û difroşin.”
 
'Berhemên diçînin nikarin bifroşin'
 
Aysel Yorulmaz jî got niha bi çêkirina nan hewl didin deynê xwe bidin û got welatî ji bo nanê xwe êdî nizanin çi bikin û got: “Em ji bo 55 lîrayî ji sibehê heta êvarê dixebitin. Mersîn navenda çandiniyê ye lê anîne çi rewşê. Cotkar berhem diçînin lê nikarin bifroşin. Ji ber deynên bankayan em ji nanê xwe bûn. Me dest ji cotkariyê berda. Niha jî em ji bo deynê xwe bidin vî karî dikin.”