Li Helebce pêşangeha berhemên destan

  • 13:03 28 Tebax 2019
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Helebcê pêşangehek karê destan a jinan hat vekirin. Bi giştî 50 jin bi berhemên xwe di pêşangehê de amadebûn.
 
Li bajarê Helebce ya Herêma Federal a Kurdistanê, Rêxistina Nû ya Parastina Jîngeh û Mafên jinan, pêşangehek karê destên jinên penaber hat vekirin. 50 jin berhemên destê xwe anîn pêşangehê. 
 
Di pêşangehê de zêdetirî xwe karê destê jinan hat nîşandan. Bi giştî 50 jin bi hûnerê xwe tevlî pêşangehê bûn. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin hat û wê heya danê êvarî dewam bike. Jinan diyarkirin ku bi van pêşangehan ew dixwazin hûnerê xwe pêşkêş bikin.