Serwîsa kedkaran qeza kir: 16 kes birîndar bûn

  • 13:05 18 Tebax 2019
  • Ked/Aborî
KARAMAN - Serwisa kedkarên di fabrîkaya biskuvîyan de dixebitîn qeza kir. Di encamê de 16 kedkar birîndar bûn.
 
Serwîsa kedkarên ku di vardiyeyeya êvarê de li fabrîkeya biskuviyan dixebitîn qeza kir. Di qezaya ku li ser rêya Eregliyê pêk hat de 16 kes birîndar bûn. 
 
Li ser agahdariyê polîs û tîmên tendirustiyê sewkî herêmê hatin kirin. Peywirdarên tendirustiyê bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.  Kedkarên birîndar ku rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin xeteriya wan a jiyanê tune ye.