Şewata li Omeryanê nîvê fêkiyan tune kir

  • 09:04 14 Tebax 2019
  • Ked/Aborî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Omeryana ku bi baxçeyên sebze û fêkiyan gelek dewlemende, îsal rûyê cotkaran nekeniya. Cotkaran berhemên îsal gelek kêm dîtin û diyar kirin ku ji ber şewat û rizandinê bi taybet nîvê sêvan ketiye çopê. 
 
Li herêma Omeryan a Mêrdînê ku erdên wê yên zêde û dewlemend heye, ji ber operasyonên herêmî û şewatên derdikeve dane gelek ket. Herêma ku bi taybet bi sêvên xwe tê zanîn, îsal xwediyên baxçeyan fêkiyên ku dixwestin negirtin. Ligel şewatên derxistin, fêkî îsal rizyan û cotkaran destnîşan kirin cara yekem tiştek wisa dibînin.
 
‘Baxçeyan dewlemendiya xwe ya berê winda kirin’
 
Gundiyên Talate diyar kirin ku îsal fêkiyekî baş bidest nexistine û ji ber rizgandin û şewatên hatine jiyîn, berhemên wan gelek kêm bûye. Arîfe Acar ya xwediyê baxçe da zanîn ku wan berhemek baş negirtine û wiha got: “Li gund her malbatek baxçeyên wan hene. Di baxçeyan de gelek cureyên fêkiyan yên wekê sêv, sebze û her wekê din hene. Gundî havîn û zivistanan bi baxçeyên xwe re eleqeder dibin. Ji bilî sebze ev der bi sêvên xwe jî navdare. Sêvên me yên şîn ji bo her derê welat tên şandin. Lê îsal cuda bû. Kurm ketin sêvên me.”
 
‘Nîvê baxçeyê me şewitî’
 
Arîfeyê bi lêv kir ku îsal ji ber kêmbûna berhem lêçûna wan jî derneketiye û ev tişt vegot: “Em ji bo fêkî û sebzeyên kom dikin, ji bo bibin navendê wesayîtê digirin. Ji bilî wesayîtê em pere didin komîsyonvan jî. Nîvê pereyê berhemê me wisa diçe. Îsal jî nîvê baxçeyê me kurm ketinê. Nîvê jî ji şewatê bi bandor bû. Me pir kêm berhem girt. Em evqas kedê didin, hewl didin lê em beramberê keda xwe nagirin. Yekane çavkaniya gundiyan ev baxçe ne. Ji ber vê jî ev pirsgirêk bên çareserkirin piştgirî ji bo cotkaran bê dayîn.”