Rojanmegerên hatin qetilkirin li Amanyayê hatin bibîranîn

  • 19:07 8 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov a Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, li Bergîsch Gladbachê hatin bibîranîn.
 
Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, li bajarê Bergîsch Gldabach ê Almanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Xwişka Gulistan Tara ya mezin Ulkem Îsem, xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk li Almanyayê, gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî merasîma bîranînê ya li eywana Saal 2000 hat lidarxistin bûn. Li eywana bîranînê wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn û wêneyên rojnamevan, hatin daliqandin.
 
Di bîranînê de ewilî xwişka rojnamevan Gulistan Tara, Ulkem Îsem axivî. Ulkem Îsem bal kişand ser bertekên li Kurdistanê yên li ser qetilkirina Gulistan Tara û diyar kir ku ev bertek nîşan dide ku xebatên Gulistan û hevalên wê bê çiqasî girîng e.
 
‘Dixwazin dengê heqîqetê qût bikin’