Li Parîsê çalakiya ‘Girtiyên nexweş berdin’

  • 09:07 7 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja Şemiya destpêkê ya her mehê de ji bo girtiyên nexweş, li paytexta Fransa Parîsê çalakî tê lidarxistin.
 
Platforma Dengê Girtiyan (TSP) û Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropa ya Parîsê (ADHK) banga çalakiyê kirin. Çalakî li Strasbourg Kemer’ê hate lidarxistin.
 
Di çalakiyê de li ser navê TSP û ADHK a Parîsê ve daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de têkildarî rewşa girtiyên nexweş, agahî hatin dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji Îmraliyê heta girtîgehên din tecrîd zêde dibe û tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin.
 
Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Her wiha dirûşmeyên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Li hundir, li jiderve hucreyan parçe bike” hatin berzkirin.