ROJEVA 07'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 7 Îlon 2024
  • Rojev
 
* Hevseroka Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay da zanîn ku di dema nû ya perwerdehiyê de pirsgirêkên mezin li pêş xwendekarane û got mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hîna wek ‘parçebûnê’ tê binavkirin û got divê êdî ev ji holê rabe. BI DÎMEN
 
* Ciwanên diçin Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê, perwerdehiya ensturmanan digirin û hewldidin çand, huner û zimanê xwe bidin jiyîn. Ciwanan bang li hemû ciwanên kurd kirin ku xwedî li saziyên xwe derkevin. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal û ji Koperatîfa Mayista Yaşam Buse Mîne, diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ji salên 90’î heta niha jinên kurd yên di encama şewitandina gundan de hatine koçberkirin û penaberên Sûriyeyê bi newekheviyê re tên rû hev û wiha hat gotin: “Têkoşîna me ji bo jinên kurd, penaberên jin, jinên bindeste. Ev peywir û berpirsyariya me ye. Ji ber nîjadperestî û netewperestî dikuje.” BI DÎMEN