Li Cizîrê zarokek birîndar bû

  • 16:00 6 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê zaroka 5 salî ku wesayîtek lê qelibî bi giranî birîndar bû.
 
Li taxa Çemkûrkê navçeya Cizîra Şirnexê wesayîtek li zarokeka 5 salî qelibî. Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû. Piştre tîmên 112 ên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Zarok li nexweşxaneyê tê dermankirin.