‘Qanûn ne di warê parastina jinan de ye'

  • 14:33 6 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amed û Wanê bi boneya vekirina sala darazê ya nû û li dijî pêkanînên mafên jinan daxuyaniyek dan û gotin: "Qanûna ku em hewl didin bi vê polîtîkaya zelal û rasterast pêş bixin, di bin tehdîdê de ne."
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amed û Wanê bi boneya vekirina sala darazê ya nû û li dijî binpêkirina mafên jinan daxuyaniyek dan û bal kişandin ser neparastina jinan. 
 
Li Wan û Amedê metneke hevpar hat xwendin. Li Amedê parêzer Cansel Talay û li Wanê jî Mariye Bîldîrîcî Borazan metna daxuyaniyê xwend. Li Amedê li ber Edliya Amedê û li Wanê jî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçi ya Baroya Wanê daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Di dozên kuştina jinan de ku em têkoşîna li dijî wan didomînin, polîtîkayên bêcezakirinê bi hemû leza xwe, bi nirxandina delîlên ne temam, kêmkirina provokasyonên neadil, sûcdarkirina mexdûran li gorî rola zayendî û rejîma înfazê ya netemam, bi hemû leza xwe tê meşandin. Ji ber vê siyaseta pir zelal û rasterast, hiqûqa ku em hewl didin pêş bixin ne di wê rewşê de ye ku me biparêze. Her yek ji me di bin tehdîdê de ye."