Rojnameger Nûvîn: Em ê tola hevalên xwe bi pênûsa xwe hildin

  • 09:05 6 Îlon 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
WAN- Rojnameger Nûvîn Îsmaîl têkildarî Roja Çapemeniya Azad axivî û got, “Em ê li ser şopa Deniz Firat, Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara bimeşin û daxwazên gelê xwe biqîrin. Em ê bi pênûs, axaftin û kamerayên xwe tola hevalên xwe hilînin."
 
Rojnameger Nûvîn Îsmaîl têkildarî Roja Çapemeniya Azad axivî û got, “Em ê li ser şopa Deniz Firat, Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara bimeşin û daxwazên gelê xwe biqîrin. Em ê bi pênûs, axaftin û kamerayên xwe tola hevalên xwe hilînin.
 
Êrîşên li ser çapemeniyê her ku diçe zêde dibin, hikûmeta AKP û MHP'ê li hundir û derveyî welat hedefgirtina rojnamevanên Kurd didomîne. Piştî qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Behadîn di 23’ê Tebaxê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşa balafirên bêmirov de, xebatkarên Çapemeniya Azad careke din bûn hedef. Rojnamegerên ku ji aliyê dewlet û darazê ve rastî zext, girtin, kuştin û revandinê tên, bi dirûşma 'Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin' nivîsandina xwe didomînin.
 
Nûçegihana Rojava TV Nûvîn Îsmaîl bi wesîleya 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad, êrîş û gefên li ser çapemeniya azad zêde dibin, nirxand.
 
'Tirkiye dixwaze rastiyê bêdeng bike'
 
Nûvîn diyar kir ku çapemeniya Kurd dengê eşkerekirina heqîqetê ye û got, “Eger rojnamegerek rewş û bûyerên heyî bi awayekî rast û azad ji raya giştî re ragihîne, wê demê em dikarin behsa Çapemeniya Azad bikin. Li aliyê din Çapemeniya Azad weke pirekê ye. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, ji gelek herêmên Rojava gelek saziyên çapemeniyê hatin avakirin ku ji raya giştî re nûçeyan ragihînin. Van organên medyayê berpirsiyariya agahdarkirina cîhanê li ser tiştên ku li herêmê diqewimin girt ser xwe. Tam piştî vê pêvajoyê dewleta Tirk a dagirker xwest dengê rastiyê qut bike. Ne tenê dewleta Tirk, DAIŞ’ê jî li dijî çapemeniya Kurd dest bi êrîşan kir. Her wiha li Şengal û Mexmûrê bi hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk li dijî rojnamegeran êrîş pêk hatin û di encama van êrîşan de rojnameger hatin qetilkirin. Mînak Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Rojava hatin qetilkirin, Denîz Firat jî di sala 2014’an de li Mexmûrê hatin qetilkirin"
 
'Kesayetiyên pêşeng tên hedefgirtin'
 
Nûvîn bi bîr xist ku di du mehên dawî de 3 rojnamegeran di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, 2 rojnamegerên jin ên di 23’ê Tebaxê de li Silêmanî hatin qetilkirin di nava navên sereke yên çapemeniyê de ne. Nûvîn got, “Rojnamegerên hatin qetilkirin kesên ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Kurdistanê nîşan didin e. Gulîstan Tara ne tenê li Başûr, li Rojava jî di Jin TV'yê de xebitî. Di 23’ê Tebaxa 2023’an de li ser rêya Amûdê-Qamişlo di encama hedefgirtina wesayîta Jin TV’yê de rojnamevanek şehîd bû û rojnamevan Delîl Egîd jî birîndar bû. Piştî salekê me heman êrîş dît. Em dibînin ku kesayetên ku pêşengiya çapemeniya Kurd dikin her tim dibin hedef. Me dît ku beriya kuştina rojnamegeran bi çend mehan Tirkiye bi hevkariya PDK’ê dest bi bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê kir. PDK'ê kontrola herêmê kir binê destê dewleta tirk."
 
'Tirkiye dixwaze hawîrdora baweriyê xera bike'
 
Nûvîn da zanîn ku piştî lihevkirina di navbera Tirkiye, Hikûmeta Iraqê û PDK'ê de êrîş zêde bûne û got, "Di êrîşa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî bajarê Qamişlo yê Rojava de, Fermandarê Hêzê Dijwar Qamişlo şehîd bû. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan ji herêmên ku lê dijîn sirgûn bike û qir bike. Tirkiye dixwaze hawirdora baweriyê ya ku li Rojava ji aliyê hêzên nîzama giştî ve hatiye avakirin tine bike û axa ku bi xwîna 12 hezar şehîdan hatiye parastin dagir bike. Em dibînin ku ev yek berdewamiya polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji salên 1980’ê û vir ve li hemberî Başûrê Kurdistanê pêş xistiye. Gelê Rojava tu carî ji ber êrîşên Tirkiyeyê paşde gav neavêt. Weke rojnamegerên li Rojava dixebitin em her tim hewl didin dengê gel bidin bihîstin. Gelê Rojava bi îrade û bi hêz li ber xwe dide. Bi hezaran kes cihê her hevalekî şerhîd ketiye digirin. Em hewl didin ku riya şehîdan bişopînin."
 
'Em ê bi pênûsa xwe tola hevalên xwe hilînin'
 
Nûvîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojava û da zanîn ev êriş ji ber bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û wiha got: “Di dozên ku li NY’ê der barê êrîşên Tirkiyeyê de hatine vekirin de Tirkiye nayê cezakirin. Mînak êrîşa li dijî wesayîta Jin TV'yê ya 23’ê Tebaxa 2023’an weke doz hat nîşandan. Lê heta niha Tirkiye nehatiye cezakirin. Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamegeran derdikevin pêş. Piştî qetilkirina hevalên me em weke rojnameger hewl didin ku karê xwe baştir bikin û bîranîna wan biparêzin. Rojnameger hedefên ewil in ji ber ku dizanin ku rojnameger xwedî hêz in. Em ê li ser şopa Deniz Firat, Hêro Behadîn û Gulîstan Tara bimeşin û daxwazên gelê xwe biqîrin. Em ê bi pênûsa xwe, bi axaftin û bi kamerayên xwe tola hevalên xwe hilînin."