'Ji bo bajarekî mirov bikaribin lê bijîn projeyên me wê bidomin'

  • 09:04 6 Îlon 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevşredara Peyas a Amedê Gulşen Sîncar da zanîn ku ji roja hatine rêveberiya şaredariyê li gorî daxwaz, nêrîn û pêşniyarên gel xebatan dimeşînin û ji bo bajarekî mirov bikaribin lê bijîn projeyên xwe didomînin.
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatin şûnde, yek ji şaredariyên ku ji qeyûman hat girtin şaredariya Peyas a Amedê bû. Li Peyasa ku qeyûm tu xizmet nekiribû, rêveberiya DEM Partiyê ji bo vê valahiyê bigire projeyên xwe dike jiyanê. Hevşaredara Peyasê Gulşen Sîncar der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
*Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde wek namzetên DEM Partiyê hûn bi ser ketin û bûn hevşaredar. Hûn bi tabloyek çawa re hatin rû hev?
 
Piştî hilbijartinan me krîza mazbatayê jiya. Di pêvajoyên 2016-2019’an de me du caran pêvajoyên qeyûm jiyan. Demên cuda de mudaxale çêbûn. Qeyûman li bajar texrîbatek mezin çêkiribûn. Bersiva ji bo qeyûman di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi awayekî xurt hat dayîn. Gel refleksa xwe danî holê. Li dijî vê me dît ku tehemul nakin. Hefteyekê-10 rojan mazbata nedan. Me di 8’ê Nîsanê de mazbata girtin. Hinek malên şaredariyê hatibûn dewrkirin, hinek sazî hatibûn tahsîskirin. Roja em hatin peywirê, piranî wesayîtên di paqijiyê de dihatin bikaranîn xesar dîtibûn, hem li qada şantiyê bi tonan çop hatibû rijandin. Dema em hatin bihar bû. Êdî ji ber biharê gel li derve bû. Me ji dermankirina derdorê bigire heta paqijiyê, heta çandina gîhayên parkan çêkirin. Peymanên wesayîtan hemû hatibû binpêkirin û me bi tabloyek wisa şaredarî girt.
 
*Texrîbatên qeyûm bandorek çawa li ser we kir an jî dike?
 
Texrîbatek 8 salan heye. Her çiqas texrîbatek wisa hebe jî me di nokteya ku em dikarin çawa bi lez çareser bikin de xebat meşandin. Di 2016’an de di şaredariya Peyasê de ji sedî 80-90 personel hatin tasfiyekirin. Ji wê rojê şûnde kadroyek nû ya hejmara wan gihiştiye sedan, hezaran hatiye avakirin. Lê ji bo ku kar ji bo gelek kesî hatiye bicihkirin daneyek baş jî nayê girtin. Dîsa em dinêrin saziyên perwerde, spor, çand û hunerê hatine tahsîskirin. Di vî alî de meşandina xizmetê û pêşxistin bi sînor bû.
 
Dîsa hûn dizanin ku hema piştî vê Giştînameya Tedbîrên Tasarufê hat weşandin. Em bi vê giştînameyê re bi astengiyên cidî re hatin rû hev. Sê salan di gelek nokteyan de, di hilberîn, înşat, pêşnexistina projeyan, hatin astengkirin û her gava ku hat avêtin ket ber erêkirina wezaretan. Lê tevî vê em xebatên xwe yên ku dikarin çawa saziyên xwe xurt bikin, pirsgirêkan beralî bikin dimeşînin.
 
* Em dixwazin aliyê jinê jî biaxivin. Bi taybet jin li Peyasê kîjan pirsgirêkan dijîn, projeyên we çi ne?
 
Pergala me ya hevserokatiyê heye. Ez dikarim bêjim wek nasnameya jinê ya di hevserokatiyê em li dijî pirsgirêkên ku jin dijîn hîn xesastir tevdigerin. Bi salan bû jinan nikaribûn rengê xwe bidin xuyakirin û li pêş kêmasiyên cidî hebûn. Destpêkê de me midûriyetên jinan aktîf kirin. Dîsa li şûna yekîneyên jinan ku hatibûn dewrkirin, em hewl didin yekîneyên alternatîf ava bikin.
 
*Piştî 8 salan şûnde gel di bendewariya xizmeteke cidî de bû. Hûn hatin ser rêveberiyê we ji wê demê de çi kiriye?
 
Ewil di asta avakirina plana stratejîk de me bi yekîneyên jinan, midûriyetan re, bi hemû sazî û dezgeyên jinan ên bajar re, bi saziyên civaka sîvîl re nîqaş meşandin. Me got em çi bikin. Me li hinek taxan hevdîtinên jinan pêk anîn, pirsgirêk hatin nîqaşkirin. Me di nav midûriyetên xwe de bi sernavên cuda de peywir belav kirin. Di 2016’an de ewil berê xwe dabûn saziyên jinan. Me di vê nokteyê de gav avêtin. Hewldanên me didomin.
 
*Ji vir şûnde hûn ê wek şaredariya Peyasê ji bo gel projeyên çawa pêş bixînin?
 
Heqîqet û rastiyeke xizaniya jinê heye. Ji bo îstîhdama jinê, ji bo pêşketina pîşeyî ji qadê û saziyan pêşniyar hebûn. Li ser van pêşniyaran me xebat dan destpêkirin. Di alî aborî de hedefa me ev e ku em koperatîfa jinan ava bikin. Mînak ev meheke em xebata hevdîtina keda jinê dikin. Em dibêjin em çawa piştgiriyê bidin aboriya jinê û di qada cemawerî de jin çawa bên dîtin. Heta payîzê wê hevdîtinên keda jinê bidomin. Hefteyê rojekê ye. Di payîzê de wê projeyên me yên cuda hebin.
 
Di heman demê de ji gelek qadên wek tenduristî, aborî, têkoşîna li dijî tundiyê, îstîhdam, pîşeyî, perwerdeyê de jî daxwaz û hewcedarî hene. Em ê der barê van de xebatên xwe bimeşînin. Bi gel re civîn û hevdîtin pêk hatin. Der barê binesazî, hewcedariyên civakî û çandî de nêrîn û pêşniyr hatin kirin. Me xebatên xwe dan destpêkirin. Me ji bo ciwan û zarokan qursên sporê dan destpêkirin.
 
Piştre me di avahiya xizmetê ya şaredariyê de kafeyek vekir.  Hefteyek berê jî mala xwarinê ket faliyetê. Em hewl didin li taxên cuda lokanteyên gel vebikin. Di avahiya xwe ya xizmetê de em qadek nû ya kreşê ji nû ve ava dikin. Dema perwerdeyê de em bi du kreşan faliyetan dimeşînin. Heman demê de me midûriyeta tenduristiyê ava kir. Em ji bo nexweşên çolyakê dixebitin. Porojeyek me ya ji bo nexweşên çolyakê heye û em dixwazin firinekê ji bo wan vebikin. Hêvîdar im wê payîzê ev jî bikeve faliyetê.
 
*Peyama we ya dawî çiye?
 
Di pêvajoya pêş de em ê polîtîkayên xwe yên stratejîk ên 5 salan bi tevlibûna hemû saziyên xwe re bimeşînin. Di vê nokteyê de bi piştgiriya her kesî bi fikr û projeyên wan em ê vê texrîbatê ji holê rabikin û vî bajarî bikin bajarekî ku mirov dikarin lê bijîn. Di vî alî de em xebatên xwe dimeşînin û hedefên me yên girîng hene.