Newaya Jin bi manşeta 'Bûn ronahiya heqîqetê' derket

  • 10:07 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin ku her meh weşanê dike, bi manşeta "Bûn ronahiya heqîqetê" bal kişand ser qetilkirina rojnamegeran. 
 
Rojnameya Newaya Jin, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên li başûrê Kurdistanê xebat dimeşandin û 23’yê Tebaxa 2024’an di êrişa balafira bêmirov û biçek de hatin qetilkirin, kir manşet. 
 
Di rojnameyê de daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurdistanê û rêxistinên çapemeniya jin, cih girtin û her wiha nirxandinên salên borî yên Gulistan Tara jî cih girtin.
 
Gulistan Tara di belgefilmeke bi wesîleya Roja Rojnamevanên Jin hatî amadekirin de, ev tişt digotin: “Dîroka çapemeniya Kurd û karakterê wê yên têkoşînê em anîn roja îro. Hevalên me yên rojnamevan ji bo girtina gotin, wêneyekî bedena xwe kirin sîper û heqîqet derxistin holê. Weke jineke Kurd, weke rojnamevanekê ez bi vê yekê serbilind im.”
 
Ji hevalên wan ên xebatê, Ozgur Serhad ji bo Newaya Jin nivîsek nivîsand û di nivîsê de bal kişand ser jiyana Gulistan Tara.
 
Di rûpelê forûmê de makaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Dixwazin bi Başûr komployê temam bikin” hate weşandin.