Narîna ev 8 roj in xeber jê nayê girtin li ku derê ye?

  • 12:45 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Tevî hemû xebatên lêgerînê jî ev 8 roj in ji Narîn Gûran a 8 salî tu agahî nayê girtin.
 
Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulye ya navçeya Rezana Amedê hat windakirin, tevî hemû xebatên lêgerînê yên tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, AFAD û cendirmeyan jî di nav de, nehat dîtin. 
 
Ji bo Narînê bê dîtin wêneyên wê bi wesayitên gel ve jî hatibûn daliqandin û parvekirinên derbarê Narînê yên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin.