Narîna ev 8 roj in xeber jê nayê girtin li ku derê ye? 2024-08-28 12:45:58       AMED - Tevî hemû xebatên lêgerînê jî ev 8 roj in ji Narîn Gûran a 8 salî tu agahî nayê girtin.   Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulye ya navçeya Rezana Amedê hat windakirin, tevî hemû xebatên lêgerînê yên tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, AFAD û cendirmeyan jî di nav de, nehat dîtin.    Ji bo Narînê bê dîtin wêneyên wê bi wesayitên gel ve jî hatibûn daliqandin û parvekirinên derbarê Narînê yên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin.