Tabuta Senemê ji aliyê jinan ve hat hildan

  • 20:01 27 Tebax 2024
  • Rojane
MUGLA -Jina bi navê Senem Kivrik ji aliyê Muhîttîn Kivrik ve ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Cenazeya Senemê jinan hilda.
 
Li navçeya Menteşe a Muglayê mêrê bi navê Muhîttîn Kivrik, jina bi navê Senem Kivrik ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû. Cenazeya Senemê piştî kar û barên otopsiyê birin Mizgefta Kurşunlu. Cenazeya Senemê piştî nimêja nîvro li Goristana Yenîşehîrê hat definkirin. Jinan tabuta Senemê hildan.