Tabuta Senemê ji aliyê jinan ve hat hildan 2024-08-27 20:01:33   MUGLA -Jina bi navê Senem Kivrik ji aliyê Muhîttîn Kivrik ve ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Cenazeya Senemê jinan hilda.   Li navçeya Menteşe a Muglayê mêrê bi navê Muhîttîn Kivrik, jina bi navê Senem Kivrik ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kiribû. Cenazeya Senemê piştî kar û barên otopsiyê birin Mizgefta Kurşunlu. Cenazeya Senemê piştî nimêja nîvro li Goristana Yenîşehîrê hat definkirin. Jinan tabuta Senemê hildan.