Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin dê çalakî bê kirin

  • 15:05 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmanî hatin qetilkirin, wê sibe li Qada Şîşhaneyê çalakiyek bê lidarxistin.
 
Di êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadik a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan.
 
Bertekên li hemberî qetilkirin rojnamevanan dewam dikin, qetilkirina Gulîstan û Hêro wê di 26'ê Tebaxê de bi pêşengiya rojnamevanên jin li Qada Şîşhane ya Stenbolê bê protestokirin.