Ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin dê çalakî bê kirin 2024-08-25 15:05:46     STENBOL - Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmanî hatin qetilkirin, wê sibe li Qada Şîşhaneyê çalakiyek bê lidarxistin.   Di êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadik a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan.   Bertekên li hemberî qetilkirin rojnamevanan dewam dikin, qetilkirina Gulîstan û Hêro wê di 26'ê Tebaxê de bi pêşengiya rojnamevanên jin li Qada Şîşhane ya Stenbolê bê protestokirin.