'Bi edaleta jinê em ê hesabê êrişan bipirsin'

  • 14:55 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku wê bêdeng nemînin. Jinan gotin, "Em ê bi edaleta jinê hesabê van sûcan bipirsin."
 
Li Minbicê bi dehan jinan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclis Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a a li bajarê Silêmaniyê ya li dijî wesayita rojnamevanan û şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin ba hev.
 
Li wir Meclisa Kombûna Jinan a Zenubiya  ya Kantona Minbicê daxuyanî da. Daxuyaniy ji aliyê endama meclisê Nesrîn Hesen Meleve hat xwendin.
 
Nesrîn Hesen êrişa  dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: "Bi zanebûn rojnamevanên azad û azadiya derbirînê kirin hedef. Ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e."
 
Nesrîn bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser gelên herêmê û çapemeniya azadî bisekinine.
 
Nesrîn Hesen got: "Dengê şoreşa ’Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav dibe. Em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bîr nekin, em ê bi edaleta jinê hesab bipirsin."