Xwebûn bi manşeta 'Sifreyê vergan' derket

  • 09:32 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket pêşberî xwînerê xwe û bal kişand ser planên ku li ser Kerkuk, Şengal, Duhok û Dêra Zorê pêş dikeve. 
 
Rojnameya Xwebûnê di hejmara 244’an bi kirmanckî manşeta “Sifreyê vergan” avêt û bal kişand ser plan û lîstikên hêzên dagirker ên li ser Şengal, Dihok, Kerkuk û Dêra Zorê pêş dikeve.  
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Em ê Wanê bikin bajarê jinan” bal kişand ser xebat û projeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji bo jinan. Rojnameyê di rûpela jin de bi ser navê “Guleya pêşî li kê ket?” cih da bandora 15’ê Tebaxê ya li ser têkoşîna jinan.