Li Amediyê şewata piştî bombebaranê derketibû didome

  • 21:47 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata duh di bombebarana Tirkiyeyê a li ser gundên Amêdiyê derketibû hêj didome. 
 
Ji ber bombebarana Tirkiyeyê duh bi şev li derdora gundên Mijê û Kevne Mijê yên girêdayî navçeya Amêdiyê yê bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe şewat derket.  
 
Ji ber zext û êrişan beriya niha li her du gundan gel neçar mabû ku koç bike.  
 
Şewata ku duh bi şev derketibû hêj berdewam dike. Ji ber şewatê gelek rez û baxçe yên welatiyan şewitîn.