Jinan peymana CEDAW'ê nîqaş kir

  • 18:02 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li ser peymana CEDAW'ê atolyeyek li dar xist. Di atolyeyê de peyman û bendên wê hatin nîqaşkirin.
 
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo pênasekirina peymana CEDAWˊê atolyeyek li dar xist.
 
Atolye di salona civînan a MSD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar ket. Di atolyeyê de nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
 
Di serî de rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Zeyneb Qenber mijara atolyeyê ya li ser peymana CEDAWˊê bi giştî, sedemên erêkirina wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve û bendên wê yên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine erêkirin, nîqaş kir.
 
Zeyneb Qenber diyar kir ku CEDAW peymaneke navneteweyî ye ku ji aliyê NY'ê ve hatiye erêkirin û 189 dewlet jî tê de beşdar in. Ji wan 59 dewletan di serî de hikumeta Şamê ew erê kiriye.
 
Piştre beşdaran jî li ser peymanê nîqaş kir û hin pirs kirin. Nêrîn û pirsên beşdaran wiha ne:
 
Cedaw berhema jinên têkoşer e
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hamo got gelek bûyerên dîrokî yên têkildarî jinan, ji têkoşîna xwişkên Mîrabal dest pê kirin û heta xwepêşandanên ku daxwaza mûçeyên wekhev di navbera karkerên jin û mêr de dikin, bûne sedema amadekirina xalên peymana CEDAW û wê bikin peymaneke navneteweyî.
 
Fehîme Hemo destnîşan kir ku hin dewletan wek dewleta Tirk a dagirker asta azadiya jinan bi paş ket. Ew dewlet jî di peymana CEDAW de beşdar in, lê belê beşdariya wan tenê şeklî ne. Vekişîna dewleta Tirk a dagirker jî ji ber wê yekê ye ku ew êdî nikare li hemberî sûcên rojane yên li dijî jinan xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.
 
Parastina mafên jinan e
 
Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid sûcên li dijî jinan şermezar kirin û teqezî bi girîngiya pêkanîna peymanên wiha da.
 
Leyla diyar kir ku divê jin di hemû qadên civakê de xwedî rol bin û mafên wan parastî bin û got: "Divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe nimûneya pratîkkirina peymanên navneteweyî yên parastina jinan.