TAJÊ bi nameyekê piştgirî da jinên Hindistanê

  • 14:45 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi nameyekê piştgirî da jinên Hindistanî ku ev bi rojan e li dijî tecawiz û kuştina bijîjka stajiyer li ser pêyan e û got ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi qasî ji bo me jinan hêz, moral û serkeftinek dîrokî ye, ewqas jî ji bo deshilatdaran binkeftin e.
 
Li bajarê Kalkuta ya bi ser eyaleta Bengala rojava ya Hindistanê di 9’ê tebaxê bijîjkek jin a stajyer tecawuz lê hat kirin û  piştre hate qetilkirin. Piştî bûyera tecawiz û kuştinê li seranserî Hindistanê jin daketin qadan, çalakiyan li dar xistin. Li qadê jinan dirûşma ‘Em edaletê dixwazin’ berz kirin. Di roja 8’emîn a çalakiya xwe de vê carê jinên hindistanî bi pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ daketin qadan û çalakiya xwe pêk anîn.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi nameyekê piştgirî da jinên hindistanî û têkoşîna jinan silav kir.
 
Naveroka nameya piştgiriya TAJÊ ya ji bo jinên hindistanî wiha ye:
 
“Ji bo jinên berxwedêr û têkoşer
 
Ji Şingala pîroz, ji warê Zarîfa Osê, Dayê Zero, Xatuna Ferxa û bi sedanan jinên ku serî dan lê sira xwe nedan, bi berxwedana xwe li hemberî zilmê tu car serî netewandin. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê Jin Jiyan Azadî we jinên Hindistanî silav dikin.
 
Di dîrokê de jin bi ked û fikrê xwe jiyan ava kirine. Lê belê  zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar sal her kêlî di kesayeta jin de jiyanê dikuje û qir dike. Her wiha ev zihniyet, zihniyeta tecawizkar e. Ango çanda tecawîzê rojane di meriyetê de ye. Di cîhanê de jin ji hêla fikrî, hestî, bedenî ji hemû milan ve rastî tecewizê tên. Asta tundiya heyî ya nav malê, kolanê, dibistanê û li her derê, bê mafî li ser jinan tê ferzkirin.
 
Sedsala azadiya jin
 
Em wek civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatine û em di 10’emîn salvegera ferman 3’yê Tebaxa 2014’an de ne. Di fermanê de bi hezaran jinên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, li sukan hatin firotin, kuştin û tecawizkirin.  Ji bo dawîanîna li vê tundiyê û avakirina jiyanek wekhev, bi edalet pêwîst e asta têkoşîn û berxwedana me ya jinan hîn bilintir bibe. Em zanebûna xweparastinê birêxistin û bihêztir bikin da ku em zihniyeta zayendperestiyê bişkînin û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jin.
 
Têkoşîna jinên li Hindistanê silav kirin
 
Em têkoşîna we ya  jinên bedew  a li Hindistanê bi baldarî dişopînin û bi nirx dibînin. Bi taybet çalakiya bi hezaran jinan a bi pankart û şîara Jin Jiyan Azadî menewiyetek da me, em kêfxweş kirin. Têkoşîn û dîmenên gelek bi wate bûn. Îro felsefaya Jin Jiyan Azadî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diyarî hemû jinan kiriye, li cîhanê bi fikir, ruh û hestên azadîxwaz belav dibe. Felsefeya Jin-Jiyan-Azadî bi qasî ji bo me jinan hêz, moral û serkeftinek dîrokî ye, ewqas jî ji bo deshilatdaran binkeftin e.
 
Cardin em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkoşîna we ya ji bo jiyanek azad, bi rûmet dibînin û têkoşîna we silav û pîroz dikin.”