Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin

  • 15:34 17 Tebax 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bê lidarxistin. Banga beşdariya mitîngê hat kirin. 
 
Li Wanê bi pêşengiya rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dê di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mitînga bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bê lidarxistin. Rêxistinên ku wê mitîngê li dar bixin ji bo beşdariya mitîngê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê daxuyanî dan. Rêvebera ÎHD’a Wanê Ayten Kiran daxuyanî xwend. 
 
Ayten destnîşan kir ku ew ê di mitîngê de ji şer, dagirkerî û tecrîdê re bêjin na û li dijî vê şer û azadiyê biparêzin û xwest her kes tev li mitîngê bibe. Ayten anî ziman ku ew her kesî vedixwînin ku li dijî şer rabin û aştiyê qîr bikin. 
 
Mitîng dê roja 1’ê Îlonê saet di 17.00’an de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin.