Şandek ji Tevgera Yekîtiya Jinan serdana Tevgera Azadî kir

  • 14:59 17 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Yekîtiya Jinan dijî biryara Encûmena Dadweriya Iraqê, serdana Tevgera Azadî kirin û biryarê weke dijî pîvanên mafê mirovan nirxandin.
 
Encûmena Dadweriya Iraqê di 6’ê Tebaxê de biryara girtina 3 partiyên Kurd da. Yek ji wan partiyan jî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bû.
 
Ji bo piştgirî û dijî biryarê, şandek ji Tevgera Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî kir.
 
Piştî civîna her du aliyan daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Endama Tevgera Yekîtiya Jinan Banu axivî û got; “Em hertim dijî karên dijberiya gelê me dikin, bûne. Girtina partiyan karek ne yasayî ye û bi salane Tevgera Azadî ji bo xizmeta civakê kar dike. Biryar bi daxwaza dewleta Tirk hatiye dayîn û nerazîbûna dijî vê biryarê, di heman demê de dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk derketine.”