Ozgul Sakî: AKP dixwaze tekela mirinê di destê xwe de bihêle

  • 09:02 17 Tebax 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî der barê qanûna qetilkirina sewalên kolanê ku ket meriyetê axivî û wiha got: “AKP dixwaze tekelê mirinê di destê xwe de bihêle. Dibêje ez zarokan diparêzim, sewalan dikuje. Dibêje ez malbatê diparêzim lê li dijî qetilkirinên jinan deng dernaxe. Dibêje ‘ez welat diparêzim’ û hemû kesên ne alîgirên şer in jî mirina wan rewa dike.
 
AKP’ê der barê qetilkirina sewalên kolanê de hemû xalên Pêşnûmeya Qanûna der barê Guherînên di  Qanûna Parastina Sewalan a ji 17 xalî pêk dihat amade kiribû û di 30’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hatibû qebûlkirin. Tevî hemû îtîrazan pêşnûme qanûn bi dengên AKP-MHP’ê ket meriyetê. Gumanbarên ji qanûnê hêz girtin û li hember seg û mirovên li wan dinêrt êrîş pêk anîn. Herî dawî li navçeya Altindag a Enqereyê sewal bi komî hatin qetilkirin û çalkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî der barê mijarê de axivî.
 
‘AKP dixwaze tekelê mirinê di destê xwe de bihêle’
 
Ozgulê daxuyakirin ku di navbera navê Qanûna Parastina Sewalan a li Meclîsê hatiye qebûlkirin û tiştên li welat tên jiyîn de nakokiyek mezin heye û wiha pê de çû: “AKP der barê sewalan de di xebatan de bû û em salek berê fêrî vêya bûn. Me li dijî vê pêşnûme pirs dan lê hemû bê bersiv man. AKP bi tena serê xwe bêyî ji kesî bipirse pêşnûme qanûnek ji 17 xalî pêk tê anî. Li gorî vê îdiaya AKP’ê  kolan ji bo zarokan ne bi ewle ne û ji ber seg dibin tehdîd. Em bi vê bawer nakin. Di hevdîtinên meclîsê de derket holê ku AKP di alî xwezayê de tiştek ne xema wê ye. Tenê kar û rantê dixwaze. Li vî welatî der barê sewalên kolanê de pirsgirêkek hebe ev sûcê AKP’ê ye. AKP dixwaze tekelê mirinê di destê xwe de bihêle.”
 
‘Rantek mezin heye’
 
Ozgulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku pisporan di encama civînên kirin de derxistine holê ku di 4 salan de pirsgirêk dikare bê çareserkirin, lê AKP’ê nexwesetiye vê pirsgirêkê çareser bike û bi awayekî polîtîk tevgeriyaye û hewl daye desthilatdariya xwe xurt bike. Ozgulê wiha domand: “Rantek mezin heye. Stargehan çêdikin û bi alîgiran re hevkariyê dikin. Barê aboriyê li şaredariyan bar dikin û bi vî awayî dixwazin rêveberiyên herêmî tengezar bikin. Herî dawî piştî encamên hilbijartinên herêmî hevsengiya wan xera bû. Ji bo vê jî li şaredariyên ne di destê wan de ne ceza dibirin û dixwazin bikin krîzê. AKP bi vê dixwaze berjewendiyê bi dest bixe.”
 
Sewalan qetil dikin…
 
Ozgulê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Di bin navê parastina zarokan de dixwazin qanûnê pêk bînin. Li MESEN’ê zarok jiyana xwe ji dest didin, destdirêjiya li zarokan roj bi roj zêde dibe lê desthilatdarî vê nake rojeva xwe.  AKP desthilatdariyek binpêker e. Polîtîkayên şer dimeşîne. Dibêje ez zarokan diparêzim lê sewalan dikuje. Dibêje ez malbatê diparêzim lê li dijî qetilkirina jinan deng dernaxin. Dibêje ez welat diparêzim lê qetilkirina hemû kesên ne aliyên şer in rewa dike. Em bi rêvebreiyên herêmî re divê jiyanek bi ewle biafirînin.  Em polîtîkayeke ku hemû jiyana zindiyan esas digire dimeşînin. Di avakirina jiyana nû de jiyanek kêfxweş ya hemû zindî dikarin bijîn pêkan e.”