ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 17 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Jinan diyar kirin ku şerê ku Tirkiye dimeşîne têkiliya wê bi tecrîdê re heye û got: “Destpêka hemû pirsgirêkan şer û tecrîde. Heta serokatiya me azad nebe yek jî ne azad in. Divê gel serokatiya xwe bibînin. Heta tecrîd ranebe azadiya fîzîkî pêk neyê dê şer raneweste û ji bo vê ne şexsî divê têkoşînek toyekun hebe.” BI DÎMEN 
 
* Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî der barê qanûna qetilkirina sewalên kolanê ku ket meriyetê axivî û wiha got: “AKP dixwaze tekelê mirinê di destê xwe de bihêle. Dibêje ez zarokan diparêzim, sewalan dikuje. Dibêje ez malbatê diparêzim lê li dijî qetilkirinên jinan deng dernaxe. Dibêje ‘ez welat diparêzim’ û hemû kesên ne alîgirên şer in jî mirina wan rewa dike. DÎMEN HEYE